Li Tûnisê jinan rewşa jinên li çar aliyên cîhanê nîqaş dikin
3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya Jinan a ji Binkeyê ve di şert û mercên dijwar ên navdewletî û neteweyî de ku di serî de li ser jinên kedkar, bandorê hemû jinan kiriye, tê lidar xistin.
ZOUHOUR MECHERGUI
Tûnis - Hedefkirina jinan li rojhilat, rojava, bakur û başûr bûye amûra civakên paşverû ku jinan weke heyîna herî qels a ku hêsan tê astengkirin û kontrolkirin dibînin. Di 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya Jinan a ji Binkeyê ve ya li Tûnisê tê lidar xistin hemû pirsgirêkên ku li çar aliyên cîhanê pê re rû bi rû dimînin tê nîqaşkirin.
Di bin diruşmeya “Tûnis paytexta jinên cîhanê ye” ji kolana Hebîb Bûrqîba ya li paytext Tûnisê ber bi bajarê çandê ve bi beşdariya bi sedan jinên ji zêdetirî 30 welatan ji bo şermezarkirina rewşa xerab a jinên ji binkeyê ve meşek hat lidarxistin û piştî meşê konferansa jinan destpê kir.
“Jin li hemû cîhanê heman êşê dikşînin”
Beşdaran konferansa berê ya ku li Nepalê hatibû lidarxistin destnîşan kirin ku rewşa jinan li hemû cîhanê yek e ku jin ji kîjan netewe, nasname û baweriyê be, heman êşan dikişînin.
Beşdaran banga xurtkirina xebatan kirin da ku ji rayedaran bê xwestin ku bi danîna zagonên ku xizmeta pirsgirêkên jinan bike, rewşa jinan pêş bixin.
“Dibe ku girtîgeh bibe çarenûsa her jineke Îranî ku daxwaza mafên xwe bike”
Ajansa me bi aktîvîsta femînîst a Îranê Zaman Mesûdî re hevdîtin kir û wê diyar kir ku rastiya jinê li hemû cîhanê heman tişt e û wiha got: “Konferansên bi vî rengî dikarin bibin alîkar ku binpêkirin û çewisandinên cihêreng ên ku jin dikişinin eşkere bikin da ku jinan rizgar bibin. Ev çil û du sal in ku ez li Almanyayê dijîm ji ber dijberiya min li dijî rejîma Tehranê û siyaseta wê ya çewisandinê ya li dijî jinan. Dibe ku girtîgeh bibe çarenûsa her jineke Îranî ku daxwaza mafên xwe bike. Min jiyana xwe ji bo parastina mafên jinan û têkoşîna bi komek jinên ji neteweyên cuda li Berlînê terxan kir.”
“Tifaqa di navbera rêxistinên jinan ên cîhanê de wê di jiyana hemû jinan de bibe xaleke huhertinê”
Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sema Bekdaş jî wiha got: “Em tevlî meşa ku di çarçoveya çalakiyên roja yekem a Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê de ku li Tûnisê hat lidarxistin bûn, ji bo ku em tekez bikin ku pirsgirêka jinê li ku be, yek e. Tevlîbûna gelek rêxistinên jinan ên cîhanê, aktîvîst û parêzvanên mafên mirovan di vê konferansa ku ji bo yekkirina dengê jinan hat lidarxistin, gelekî girîng e. Li Rojava, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me şoreşeke bêhempa ya jinê da destpêkirin û hîna têkoşînek dirêj heye. Ezmûna jinên Rojava ya piştî têkoşîna deh salan û bidestxistina gelek destkeftiyan bêhempa ye û gelek jin ji bo şopandina rêya wan xebatan dimeşînin. Em beşdarî vê konferansê bûn ji bo hemû jinên ku di hemû qadan de têdikoşin bibin yek. Tifaqa di navbera rêxistinên jinan ên cîhanê de wê di jiyana hemû jinan de bibe xaleke huhertinê.”
Jinên ji çar aliyên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn
Seroka Komeleya Jinan a Jîn Buşra Elî diyar kir ku ji hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şandeyeke jinan heye ku beşdarî Sêyemîn Konferansa Cîhanî ya Jinên Ji Zemînê bûne û da zanîn ku şandeke jinan ji Herêma Kurdistanê jî beşdarî konferansê bûye û wiha got: “Em ji ber girîngiya wê ya di ronîkirina şoreşa jinê ya çar parçeyên Kurdistanê de beşdarî vê konferansa navneteweyî dibin. Şoreşa jinê ya li Rojava bi destkeftiyên ku di hemû qadan de bi dest xistiye bêhempa ye. Ji bo ku em ji vê şoreşê sûd werbigirin, divê em li ser gelek xalan bisekinin û ronî bikin, çi di nav rêxistinên jinan de, çi naveroka şoreşa jinê û çawaniya rêveçûna wê û hem jî di asta pergala serokatiyê ya hevbeş de ku ji kotaya jinê ya ku ji aliyê gelek welatan ve hatiye qebûlkirin derbas bûye û di hemû astan de gihîştiye prensîba wekheviya zayendî.”
“Ez şerên berdewam ên welatên serdest şermezar dikim”
Aktîvîstê Filistînî Miyeser Etyanî ya ji Filistînê got ku jin li Filistînê rastî tundiyê tên û wiha pê de çû: “Ez şerên berdewam ên welatên serdest şermezar dikim, ji ber ku jiyana gelên herêmê bi taybetî ji jiyana jinan zehmet dike.”
“Konferans fikra teşhîseke hevpar dide me da ku em ji bo pêşketina jinan li çareseriyan bigerin”
Seroka Komeleya Cesûr a ji bo wekheviyê Amal El-Erbawî wiha anî ziman: “Tevgera Jinên Ji Zemînê pirsgirêkên kedkarên jin di hemû qadan de diparêze. Ji bo em vê dozê hembêz bikin em tevlî Tevgera Jinên Ji Zemînê bûn. Komeleya Cesûr dihesibîne ku dadmendiya civakî yek ji bingehên li ser wekheviya tam a di navbera zayendan de ye. Konferansên bi vî rengî fikra teşhîseke hevpar dide me da ku em ji bo pêşketina jinan di her warî de li çareserî û dîtinên hevpar bigerin. Konferans ji me re dibe alîkar ku em fikrên xwe biguhezînin da ku em peyamekê bidin cîhanê ku tevgera femînîst pirsgirêkên li ser bingehê edalet, wekhevî û mafan hildigire û banga azadiya hemû jinan li seranserê cîhanê dike û ne li gorî berjewendîyên kesane tevdigere.”
“Civaka ku bi awayekî zelal van kiryarên şîdetê şermezar neke ew civakek nemirovî ye”
Femînîsta Alman Maryan Harmiz Mîtizcir wiha axivî: “Tu hinceteke tundiya mêran a li ser jinan nîne. Divê di civakên me de hişyarî bê bilindkirin û divê jin li gorî qanûn û polîsan bê parastin. Civaka ku bi awayekî zelal van kiryarên şîdetê şermezar neke ew civakek nemirovî ye û di dawiyê de rê dide tundiya li ser jinê zêdetir. Erka hikûmetê ew e ku jin û zarok ji xeterê biparêze.”
“Em daxwaza dadmendiya avhewayê dikin”
Aktîvîsta femînîst a jîngehê Radiya El-Wehişî wiha got: “Em daxwaza dadmendiya avhewayê dikin, ji ber ku guherîna avhewayê û pirsgirêka mîras û pêşketinê herî zêde bandorê li jinan dikin. Ji bo jin hemû mafên xwe bi dest bixin me di vê konferansê de qêrîna xwe bilind kir.”
Konferansa ku 4’ê Îlonê dest pê kir dê heta 10’ê Îlonê berdewam bike.