Li Tûnisê cezayên giran didin rojnamevan û aktîvîstên jin

Li Tûnisê aktîvîstên mafên jinan diyar kirin ku jin ji ber nêrînên xwe yên siyasî û têkoşîna xwe ya civakî tên girtin. Aktîvîstan dan zanîn ku cezayên li van jinan hatine birîn niheqî û pêkanîna kêfî ne û destnîşan kirin ku pêwîst e ev biryar bên sererast

NEZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Li Tûnisê dadgehê di demên dawî de ji bo parêzer û rojnamevan Sonia Dahmani û  rojnamevan Shatha Mubarak jî di nav de gelek rojnamevan û aktîvîstên jin, biryara girtinê da. Parazvanên mafan ev ceza wek ‘bê edaletî’ nirxandin, gotin ku derbarê wan de sûcdariyek berbiçav tuneye û van kesan, tenê berpirsyariyên xwe yên pîşeyî bicîh anîne.

Parazvanên mafên jinan û aktîvîstên Tûnisî, xwestin ku rojnamevanên hatine girtin, bêyî ku werin darizandin, bên berdan. Aktîvîstan dan zanîn ku tu delîlek têra sûcdarkirina wan di dosyayên wan de tunene. Ji Komeleya Jinên Demokrat a Tûnisê Parêzer Hayat el-Cezzar, wiha got: "Ev cezayên ku daraza Tûnisê daye rojnamevan û aktîvîstan, niheq in. Ev biryar, hewldanek ji bo astengkirina azadiya ramanê û mafê tevlîbûna li têkoşîna civakî ye. Ev ceza, tenê hewldanek ji bo bêdengkirina jinên ku nêrînên xwe tînin ziman e."

Parêzer Sonia Dahmanî, ji ber ku derbare nîjadperestiyê de daxuyanî daye salek û nîv cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Lê belê li Tûnisê yasayek ku nîjadperestiyê qedexe dike heye, lê ev nayê dîtin. Rojnamevan Shatha Mubarak jî, di çarçoveya ‘Doza Instalingo’ de 5 sal cezayê girtîgehê xwar. Lê hempîşeyên wê dibêjin ku tu delîlek ku nîşan bide sûc kiriye, tûneye.

Dadgeha Temyîzê ya Tûnisê, ragihand ku daxuyaniyên ji aliyê Sonia Dahmanî ve têkildarî îşkenceya li girtiyên jin hatiye kirin, lêkolîn kirine û wê sewqî dadgeha cezayê giran kirine. Lê dadgehê da zanîn ku biryara hejmar 54 a li Tûnisê di meriyetê de ye, ne tenê rojnamevanan û xebatkarên çapemeniyê, her xiha bikarhênerên medya civakî û nivîskarên blogê jî digre nav xwe.

‘Me heta niha li Tûnisê bêedaletiyek wiha nedîtiye'

Seroka Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê Racâ el-Dahmanî, diyar kir ku saziyên civakî yên sivîl û rêxistinên mafên mirovan van biryarên girtinê bi endîşe dişopînin û wiha got: “Di dîroka Tûnisê de tu car cezayên wiha giran nehatibûn dayîn. Ev biryar di aliyê sîstema hiqûqê de paşveçûnek mezin nîşan dide. Em bêedaletiyek evqas mezin, ancax di rejîmên totalîter de dikarin bibînin.”

Racâ el-Dahmanî destnîşan kir ku Sonia Dahmanî ji ber yasayek ku hatiye betalkirin hincet hatiye nîşandan û darizandin. Racâ da zanîn ku dema girtîbûna Sonia bi awayek bêhiqûqî hatiye dirêjkirin. Racâ el-Dahmanî, ragihand ku girtiyên jin ên aktîvîst, di mercên xirab ên girtîgehê de dijîn û malbatên wan ji ber vê rewşê gelek zirar dibînin û wiha got: “Ev jin, tenê wek sûcdara ramanî nayên darizandin, di heman demê de bi tevî malbata xwe û derûdora xwe tên cezakirin. Em tu car nikarin li Tûnisê bêhiqûqiyek wiha erê bikin.”

Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, bang li rayedaran kir ku mafê darizandina adilane bê misogerkirin û azadiya ramanê bê parastin.

Ji aktîvîstên jin banga ‘Eniya Parastina Jinê’

Civaknas Nâila ez-Zuğlâmî, diyar kir ku li Tûnisê ne tenê rojnamevan, gelek jinên ku xwedî nêrînên cuda yên siyasî ne jî bi tewambariyên bi vî rengî hatine dîlkirin û wiha got: “Heta îro li Tûnisê  rojnamevan, aktîvîstên mafên jinan, siyasetmedar û rêberên partiyan di heman hucreyê de nedihatin girtin û bi sûcdariyên wek hev nedihatin darizandin. Lê îro hemû bi heman hincetan tên cezakirin. Ev doz, ji pêvajoya darizandineke adilane bêpar in û prosedurên pêwîst ên hiqûqa navnetewî tên binpêkirin. Azadiyên gelê Tûnisê, mafên bingehîn ên wek daraza serbixwe û medyaya bêalî, di xeterê de ne. Bêyî daraza serbixwe û çapemeniya azad em nikarin demokrasiyê berdewam bikin. Lewma divê Eniya Parastina Jinan ji aliyê aktîvîstên mafên jinan ve bê avakirin.”

Zuğlâmî, diyar kir ku li Tûnisê têkoşîna mafên jinan ji 25’ê Tîrmeha sala 2021’an û vir de her ku çûye dijwar bûye. Zuğlâmî ragihand ku di vê serdemê de aktîvîstên jin, di bin navê Dînamîka Mafên jinan de kombûnek daye destpêkirin û di bin baneya wê de 9 rêxistinên jinan gihîştine hevdû. Piştre ev tevger bû Eniya Wekhevî, Maf û Azadiyan û veguherî platformek berfirehtir a ku mafên jinan diparêze.

Zuğlâmî, da zanîn ku ev enî dê ji bo darizandina adilane ya girtiyên jin, bibe serkeftinek û bangek wiha kir: “Ev enî ne tenê ji bo berdana girtiyên jin her wiha di heman demê de ji bo misogerkirina mafên jinan ên di qada cemawerî de jî pêwîst e bê avakirin. Em neçar in mafê xweîfadekirina azad ê jinan biparêzin. Em neparêzin, dê di civakê de zextên li ser jinan zêdetir bibin.”

Têkoşîna mafên jinan didome

Li Tûnisê aktîvîstên jin û rêxistinên mafên mirovan, ji bo ku edaleta ji bo jinan bê peydakirin, têkoşîna xwe didomînin. Komeleya Jinên Demokrat ên Tûnisê, diyar dike ku li hember cezakirina jinan a bi awayek derhiqûqî pêwîst e li dadgehan zelaliyek pêk bê û pêvajoyên darizandina li gor mafên mirovan, bê misogerkirin.

Aktîvîst didin zanîn ku polîtîka û zextên cîhgirtina jinan a di qadên cemawerî de dijwar dikin, ji bo nirxên demokratîk xeter in. Aktîvîst diyar dikin ku divê ev têkoşîn di qada netewî û navnetewî de bê destekkirin. Parazvanên mafên jinan, bang li hikûmeta Tûnisê û saziyên navnetewî dikin û dixwazin ku ji bo parastina azadiya ramanê û edaleta ji bo girtiyên jin bê peydakirin, tedbîrên lezgînî tavilê bên girtin.