Li Tûnisê bi beşdariya jinên karsaz pêşengehek hate li dar xistin

Îro li paytexta Tûnisê bi boneya Roja Jinên Gundewar a Cîhanê, pêşengehek hate li dar xistin. Di pêşengê de berhemên jinên gundewar hate pêşkêşkirin û gelek jinên karkaz beşdar bûn.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis- Tûnis, sibê Roja Jinên Gundewara Cîhanê pîroz dike. Ev roj, mîna roja rêzgirtina hewildanên mezin ên jinên gundewar û danasîna hewildanên wan, tê qebûlkirin. Jinên gundewarî, mîna stûnek aboriyê tên dîtin û bi girêdana xwe bi malbatên xwe re derdikevin pêş.

Di çarçoveya vê pîrozbahiyê de, Wezareta Jin û Zarokan bi dirûşmeya "Nasname... Veberhênan... Bazargarî" pêşangehek li dar xist. Jinên karsaz ên beşdarî çalakiyê bûn, spasiya xwe ji bo hewildanên jinên gundewar anîn ziman û diyar kirin ku jinên gundewar rûxmê zehmetî û astengiyan jî hewildanên mezin didin.

‘Divê jin xwedî li nirxên xwecihî derbikevin û pêşbixin’

Leyla Jallassî, di pêşangehê de axivî û wiha got: "Jinên gundewar di parastina mîrata çandî de stûnên bingehîn in û mîna cil û bergên kevneşopî û zînetên zêrîn. Di salên dawî de, min ji aksesûarên ku jin di demên berê de li xwe dikirine îlham girtine û dest bi çêkirina hin eşyayên xeml û zînetan kir. Her wiha demên berê karên bivî awayî hêsan bûn, lê niha ji ber bilindbûna bihaya tiştan wek berê keda destan nayê dîtin. Divê jin rûxmê zehmetiyan jî xwedî li nirxên xwecihî derbikevin û pêşbixin.”

 

‘Vegera jinê ya ji bo xwezayê pir girîng e’

Omayna Farşşî, projeya xwe ya berhemên kozmetîk ên xwezayî wiha vegot: “Vegera jinê ya ji bo xwezayê, ji bo ewlehiya xwezayê mîsogeriyek avadike. Em dibînin di hemên dawî de berhemên xwezayî, lêgerîna laş û bedewiyê, jî nû ve zindî dibîn. Jinan di demên diyarkirî de ji daristanan berhev dikin û bi rêbazên kevneşopî van dihilberînin.”

Omayna Farşşî, di van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê jin parastina xwezayê bidomînin. Em nikarin bêyî wê, beşdarî tiştekî bibin. Ez jinan teşwîq dikim ku xeyalên xwe bişopînin û li hember zehmetiyan dev jê bernedin."

 

‘Ez nebatên aromatîk bikartînim’

Xwediyê projeya parfûmê Zeyneb Rabta jî, diyar kir ku ew nebatan aromatîk ên wekî yasemîn, kulîlka porteqalê û gıelhingivîn bikar tîne û wiha axivî: "Wek jinek ciwan, min biryar da ku berhemên xwezayî veguherînim berhemên ji bo bedewî û şîfayê. Min berhemên xwe bi navên motîfên kevneşopî yên Tunisî yên dapîrên me di nexş û ristina hirî de bikar dianîn, bi nav kir."

‘Ez bi kêyfxweşiyek mezin karê xwe dikim’

Jina binavê Malika Ayadî jî wiha got: "Divê jin têkiliya xwe bi axa ku lê dijîn bidomînin û tevî zehmetiyan jî bi biryardarî rêyên  çareseriyê bigerin."

Malika Ayadî, tercûbeyên xwe yên şexsî wiha parvekir: "Ez ji ber zehmetiyên di axaftina xwe de, nekarî perwerdehiya xwe bi rêkûpêk bidomînim. Min dest bi fêrbûna kuaforî kir. Ez ji bo bigihîjim armancên xwe, bi baldarî xebitim. Min hewil da li ser înternetê şêwazên diyar fêrbibim. Ez di mijara hevkariyê de zehmetiyan dijîm, lêbelê ez kêfxweşim ku divê rêyê de pêşdikevim û van zehmetiyan ji bîr dikim.”