Li Tûnisê aboriya xweser ya jinan hat nîqaşkirin

Di semînera ku li paytext Tûnisê tê li dar xistin û dê 2 rojan didome de, rola entegrasyona aborî ya rizgarkirina jinên li herêmên gundewar a ji xizanî, bêhêzî û tundiyê tê nîqaşkirin.

NEZÎHA BO SEÎDÎ

Tûnis – Jinên li herêmên gundewar, ji bo debara xwe bikin bi gelemperî berê xwe didin karên çandiniyê, lêbelê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Di salên dawî de, komekî nû ya jinên cotkar ên xwedî perwerde û diploma yên dikarin razemeniya zeviyê bikin û hêza kar a jinê pêktînin, derket holê. Lêbelê ji bo serketina vê hewildanê, divê derfetên pêwîst bên peydakirin û bi taybetî jî divê piştgiriya darayî û fînansmana guncaw bê mîsogerkirin.

Di semînera ku bi armanca nîqaşkirina entegrasyona aborî ya jinan di sektora çandiniyê de di 17’ê Îlonê de destpêkir, wê du rojan bidome. Di semînerê de rola entegrasyona aborî ya rizgarkirina jinên li herêmên gundewar a ji xizanî, bêhêzî û tundiyê tê nîqaşkirin. Semîner, armanc dike ku beşdariya jinan di xebatên çandiniyê de piştgrî bike, ji bo pêşkeftina domdar hêzek ava bike, edaleta civakî zêde bike û serxwebûnên darayî bihêz bike.

‘Ez dixwazim berhemên xwezayî û biyolojîk bihilberînim’

Widad Hazî ya ji herêma Bouhiya ya girêdayî bajaroka Friana ya parêzgeha Kasserinê, 8 hezar darên zeytûnê û 3 hezar darên sêvê çand û ji bo pêkanîna çandiya biyolojîk hewildanek çandiniyê d destpêkirin. Widad Hazî jî têkildarî mijarê de wiha axivî: “Ez hewil didin bi rêya bikaranîna malzemeyên organîk, ji madeyên kîmyawî dûr bikevim û berhemên sedî sed xwezayî û biyolojîk bihilberînim. Min ji ber nirxên bilind ên darên zeytûnê, vê qadê hilbijart, lêbelê ji ber ku pêvajoya hilberandinê 5 salan didome, ji bo mîsogerkirina dabînkirina dahata xwe serî li rêbazên çandiniyê yên alternatîf didim. Lêbelê fînansmana heyî, ji bo bikaranîna hemû qadên zeviyê têrkêr nebû; 10 hekdar zevî heye, lê min tenê 5 hektar razemenî kir.”

‘Hêzkirina min a çandiyê ji zarokatiyê destpekir’

Widad Hazî, da zanîn dixwaze di pêşerojê de armanc dike ku projeya xwe berfireh bike û pez û dewaran xwedî bike û got: "Ez ji malbatek cotkar têm û ji temenê xwe ya zarokatiyê ve ji çandiniyê hez dikim. Piştî ku min dibistana amedeyî qedand, dest bi xwendina endezyariya çandiniyê kir, lêbelê piştî zewicîm neçar mam dev jî zanîngehê berdim. Min bi rêya perwerdeya çandiniyê, di pêşxistina karê xwe de gavên girîng avêtin.”

Widad Hazî, diyar kir piştî ku zeviyê kirî û bîrekî koland, serî li bernameya “Raedat” da û fînansmanê kir: “Lêbelê ji ber zêdebûna lêçûnên bilind ên xebatên çandiniyê, hêj fînansmaya têrkêr nagrin. Zehmetiyek din jî nêzbûna zeviyê ya ji Çiyayê Şaambî ye. lê rûxmê vê xeteriyê jî, jin îstîhdama xwe didomînin û çavkaniya xwe ya aborî dabîn dikin.”

‘Ax çavkaniya bingehîn a aborî ya cotkaran e’

Koordînatora bernameyê ya Rêxistina Hiqûqa Pêşkeftina Navneteweyî ya li Tûnisê Amîra Qayqa jî, diyar kir rêxistin li ser pêşxistina erdên çandiniyê projeyek dimeşîne û got: “Armanca vê projeyê ew e ku zeviyên çandiniyê ji nû ve sererast bike û bi rêya tomarkirinê xwegihandina fînansmana çandiniyê hêsan bike. Ax çavkaniya bingehîn ya aborî ya cotkar e, lewma projeya me dihêle ku cotkar ji bo zeviyên bi qanûnî û bi bandor bikar bînin tomar dikin. ev yek dibe sedem ku fînansmana heyî sûd werbigrin. Rolekî girîng a jinan di vê projeyê de heye û ev projeyan rasterast jinan hedef digre.”

‘Armanca me zêdekirina entegrasyona çandiniyê ya jinan e’

Wezîra Jin û Malbatê Asma Jabrî, di axaftina xwe ya vekirinê ya semînerê de wiha got, "Entegrasyona aborî ya jin û zarokên keç ên di qada çandiniyê de pêşaniyek neteweyî ye û ev yek bi awayekî zelal di polîtîkayên giştî de tê dîtin. Beşdariya aborî ya jinan bingeha pêşkeftina aborî û edaleta civakî ye û di heman demê ji bo misogerkirina beşdariya jinên li herêmên gundewar a di pêvajoyên pêşkeftina cûrbecûr de amûrek girîng e.”

Asma Jabrî, diyar kir ku wezaret ji bo zêdekirina beşdariya jin û zarokên keç ên di aboriyê de bernameyên piştgiriyê yên cûrbecûr pêk tîne û ev bername ji bo jinên karker ên li heêrmên gundewar û bi taybetî jî ji bo jinên karkerên demkî û demsalî ye. Asma Jabrî, da zanîn ku armanc dikin bi rêya van bernameyan jinan bigihînin amûrên hilberînê û wan ji sektora nefermî veguhezînin sektora fermî.”

Ji sala 2023’an vir ve, ji aliyê wezaretê ve nêzî 200 jin ji van bernameyên sûd wergirtin û bi giştî 2 mîlyon dînar piştgirî hate mîsogerkirin. Bernameya Raedat ku piştgirî de hewildanên jinan ên di sektora çandiniyê de jî, ji bo 400 jinan nêzî 5 mîlyon dînar fînansman dabîn kir.