Li Tirkiyeyê 'zarokek din a karker' jiyana xwe ji dest da

Li Tirkiyeyê di navbera salên 2013-2022'an de 616 'zarokên karker' di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan, îro jî 'zarokê karker' yê 13 salî di bin asansora bar de ma û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li Tirkiyeyê tenê di 5 mehên dawîn ên sala 2023’an de 585 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Tenê li gorî agahiyên ku ji nûçeyên di çapemeniyê de hatine berhev kirin, 46 ji wan jin û 5 jî zarok bûn. Li Tirkiyeyê ku karkirina zarokan qedexeye, di navbera salên 2013-2022'an de 616 zarok dema dixebitiyan jiyana xwe ji dest dan. Di nava 'zarokên karker' ên jiyana xwe ji dest dane de yên ku hêj 4 û 5 salî ne jî hebûn.

Nûçeyek têkildarî mirina 'zarokên karker' jî ji Enqereyê hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, li ser Harûn Yildizê 13 salî ku li navçeya Altindaga Enqereyê di dikanek tamîra otobusan de dixebitî, asansoreke bar ket. Piştî dayîna agahiyê ekîbên tenduristiyê, polîs û agirkuj hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristiyê diyar kirin ku zarok jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Harun Yildiz piştî lêpirsîna dozgeriyê sewqî Saziya Tipa Edlî hat kirin, der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Lêkolînên ku li Tirkiyeyê hatin kirin nîşan dide ku 'karkirina zarokan' pir zêde ye. Parêzvanên mafan wek keda erzan dixwazin “karkeriya zarokan” bi dawî bibe, daxwaz dikin ku li welat binesaziya pêwîst bê avakirin û ji hemû zarokan re derfeta perwerdehiyeke bêpere û bi kalîte bê misoger kirin.