Li Hesekê ji bo mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî meş

Bi dirûşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” şênî û pêkhateyên Hesekê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî meşek girseyî li dar xistin.

Hesekê – Bi dirûşmeya “Perwerdeya bi zimanê dayikê mafekî rewa û bingehîn e” şêniyên bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 15’ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî, meşekî girseyî li dar xistin.

Meş ji çarxereya Merşo ya bajêr destpê kir û li qada Azadiyê bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtinê, mamosteyên zimanê Kurdî Ezîz Elî daxuyanî da.

‘Divê perwerdeya zimanê Kurdî di destûrê de cih bigire’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em îsal bi kêf û coşeka gelekî mezin, Roja Zimanê Kurdî (15’ê Gulanê) pêşwazî dikin û ji niha ve vê roja dîrokî, li gelê xwe pîroz dikin. Ne tenê em, belê hemû têkoşer û azadîxwazên doza Kurdistanê ku ji bo vê dozê têkoşiyane, li benda vê kêliyê bûn. Hevdemî van guhertinên ku li herêmê rû didin û bi saya keda bê navber a şehîd û xebatkaran, îro doza neteweya me derbasî qonaxeka nû bûye û êdî dem hatiye ku destkeftiyên şoreşa me bên misogerkirin. Destkeftiyeka herî pîroz jî ku dixwazin mayînde bihêlin, mafê bikaranîna zimanî ye ku nirxekê Kurdan ê herî bilind e û divê di destûrê da fermî bê naskirin. Herweha pêwîst e ji ber salên tunekirin û qedexekirinê ve, ji hemû hêlan ve bê qerebûkirin.

Bila hemû rojên me rojên zimanî bin’

Di vê sala dîrokî û qederguhêr da, em hemû şehîdên doza azadiyê û tevaya xebatkarên kurdiyê bi rêz û minet bi bîr tînin. Em her wiha bang li civaka xwe dikin ku li vê boneya pîroz, Roja Zimanê Kurdî, xwedîtiyê bike û tev lê bibe. Bila hemû rojên me rojên zimanî bin, barê zimanê xwe divê em bi hev ra rakin.Ji ber ku saleka taybet e, em ê li gel hemû saziyên perwerdeyê yên rojavayê Kurdistanê û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, ji niha ve dest bi çalakiyên roja zimanî bikin ku van kêliyên dîrokî bi hev ra vejînin.”

Meş bi dirûşmeya “Zimanê me hebûna me ye” bi dawî bû.