Li Tirkiyeyê rojnamger hedef tên girtin
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê bi wesîleya 10’ê Çileyê roja rojnamegeran, raporek têkildarî binpêkirina mafan eşkere kir.

Navenda Nûçeyan - Di raporê de hat gotin ku 10’ê Çileyê ji rojnamegeran roja pîrozkirinê nîn e, roja mezinkirina têkoşîna birêxistinbûyî ye û wiha hat domandin: “Têkoşîna ku em ji bo azadiya îfade û çapemeniyê didin, bi vê rojê re mezintir dibe. Em roja 10’ê Çileyê bi zext, gef, girtin sansur, astengkirin û bêkariyê pêşwazî dikin. Li welatên ku bi rejîmên totalîter tên birêvebirin ev tabloya neyînî her roja diçe xirabtir dibe.”
“Rojnamegerên jin di mercên giran de dixebitin”
Di raporê de bal hat kişandin ku rojnameger li gelek cihên kar ji ewlehiya civakî bêpar dixebitin û hat diyarkirin ku ev rewş ji bo rojnamegerên jin zêdetir e. Her wiha hat gotin ku di navbera rojnamegeran de herî zêde rojnamegerên jin hedef tên nîşandan û ev dane hatin parvekirin:
Daneyên binpêkirina mafên rojnamegerên jin di sala 2021’ê de wiha ne:
• 6 rojnamegerên jin girtî ne (Ayşenur Parıldak, Elîf Ersoy, Hatîce Duman, Sîbel Mustafaoglu, Tulay Canpolat, Ozlem Seyhan).
• 19 rojnamegerên jin hatin binçavkirin.
• 49 rojnamegerên jin di dema çêkirina nûçeyan de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin
• 19 rojnamegerên jin rastî lêdanê û muameleya xirab hatin.
• 5 rojnamegerên jin hatin tehdîtkirin, li ser du kesan sûxurî hat ferzkirin.
• 2 rojnamegerên jin, li girtîgehê rastî muameleya xirab hatin.
• 9 der barê rojnamegerên jin ji ber nûçeyên ku çêkirine û parvekirinên platformên dîjîtal lêpirsîn hat destpêkirin.
• 13 der barê rojnmegerên jin de doz hatin vekirin.
• Malpera JINNEWS’ê 21 car hat astengkirin.