Li Tirkiyeyê rojnamegerî: 79 rojnameger di girtîgehê de ne!

DFG'ê ku diyar kir di meha Tebaxê de 2 rojnamegerên din hatine girtin, ragihand ku hejmara rojnamegerên girtî derketiye 79'an. DFG’ê li dijî êrîşan bang li saziyên çapemeniyê kir ku têkoşîna xwe bi hev re bidomînin.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafê rojnamegeran û saziyên çapemeniyê ya meha tebaxê bi raya giştî re parve kir. Di rapora ku hat tomarkirin di meha Tebaxê de 11 êrîşên li dijî mafê jiyanê yê rojnamegeran hatine kirin, ser bi mala rojnamegerek de girtin, 5 rojnameger hatin destgîrkirin, 2 ji wan hatin girtin, li dijî 5 rojnamegeren rastî muameleyên xirab hatin, gef 8 rojnameger rastî gefê hatin û 5 rojnameger di dema şopandina nûçeyê de hat astengkirin, hat ragihandin ku li dijî rojnamegerên li girtîgehê 37 binpêkirinên mafan hatin tesbîtkirin.

Rapora DFG'ê wiha ye: 

“Em wek Komaleya Rojnamegerên Dicle Fırat ji roja ava bûne ve me bi raporên xwe yên mehane û salane, êrîşên li ser çapamenî û azadiya ramanê hatine kirin digrin bin qeydan. Bi amadekirina kar û xebatên raporê ji hêlek ve me kiryarên pêk hatin ji bo raya giştî aşkera kir û ji hêleke din ve jî li gel sazî û xebatkarên hempîşeyên xwe em li dijî van qedexe û binpêkirinan têkoşiyan. Me bi mebesta van êrîş û binpêkirinên li dijî rojnamegeran û azadiya ramanê pêk tên kêm bibin rapor amade kirin û hê jî dikin. Sed mixabin di cihê kêm be de di her rapora ji nû ve tê amadekirin de em neçar dibin ku van kiryarên bêyom ên zêdetir dibin di raporên nû de bi cih bikin. 

Li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên girtî derket 79’an

Naveroka vê rapora me jî aşkera dike ku di vê meha borî de jî yekser ji ber xebatên pîşeyî rojnameger rastî zext û êrîşan, rastî lêpirsîn, bincavkirin û girtinê hatin. Ev desthilatdariya bi gavên xwe rojnamegeriyê diqedîne, nûçeyên ne li gorî xwe, nûçeyên rexne dike, binpêkirinan aşkera dike jî biryara qedexeya xwenegihandinê datîne ser wan. Di meha borî de 4 malper hatin girtin. Biryara qedexeya xwenegihandinê danî ser 114 nûçeyan. 2 rojnamegerên din hatin girtin. Li Tirkiyeyê hejmara rojnamegerên girtî derket 79’an.

Ji ber siyaseta bêcezakirinê di meriyetê de ye her diçe asta van êrîşan jî zêde dibe

Binpêkirinên di nav mehê de li dijî rojnamegeran hatin kirin rasterast di qada şopandina nûçeyan de bûn. Bi taybetî jî di çalakiyên civakî yên rastî êrîşên polîsan hatin de li dijî rojnamegeran astengkirin, bikaranîna tundiyê, binçavkirin zêdetir bûn. Di kîtekîtên raporê de ev hatibin bicihkirin jî balkişandina ser çend ji wan girîng e. 

*Nûçegîhanê Rojnameya BirGün Îsmaîl Ari dema li navçeya Çekmekoya Stenbolê nobeta parkê dişopand ji aliyê Alîkarê Midûrê Polîsan ê Çekmekoyê ve gef lê hat xwarin. Midurê polîsan ji bo Ari xebatên li ser xaka leşkerî pêk tên kişandin gef lê xwar û got “Tu bisekine der barê te de gilî heye, ez ê te jî bigrim.” 

*Nûçegihanê Rojnameya BirGün Îsmail Ari yê nûçeya qirkirina darên Qişleyan Çekmekoyê kir nûçe û dixwestin li pêşiya heman Qişleyê daxuyaniya Alîkarê Serokê Berpirsê Giştiyê Parastina Mafê Xweza û Hawirdorê yê CHP’ê Ali Oztunç bişopîne rastî êrîşa 15-20 kesên badîgartên taybet hat. 

*Rojnamegerên xwestin mudaxeleya polîsan a li dijî meşa ciwanên ku piştî mîtînga herêmê ya HDP’ê li Qada Îstasyona Amedê pêk hat bikşînin rastî lêdana polîsan hatin. 

Ji ber ku siyaseta necezakirinê di meriyetê de ye her diçe dereceya van êrîşan jî zêde dibe. Radeya êrîşan li Wanê derket asta gefxwarina kuştinê ya li dijî rojnamegeran. 

Polîs gefa kuştinê li rojnamegeran xwar

Di 1’ê Îlonê de li Wanê girseya gel piştî destpêkirina mîtînga Roja Aştiya Cîhanê û şûnve polis li gel girseya gel rojnamegeran jî kir hedef û êrîş bir ser wan. Polîs kişandina dîmenên meşê asteng kir, nûçegihanek da ber derban û kamereyê şikand. Polîs bi vê êrîşê jî têr nebû, di kêliyên rojnamegerên Jinnews û Ajansa Mezopotamyayê ku endamên komaleya me ne jî karên xwe yên pîşeyî dikirin gef li wan xwar û got “ez ê te bikujim û dê kes te nebine.” Polîs radeya gefxwarinê asteke din jî rakir û çek li rojnamegeran kişand. Bi vê kiryara xwe nîşan dan ku gefa wî ne tenê gotin e, aliyê xwe yê kuştina rasterast nîşan da. 

“Rojnameger hedef tên girtin û bi kuştinê tên tehdîtkirin

Ji bo ku raya giştî rast agahdar dikin rojnameger hedef tên girtin û bi kuştinê tên tehdîtkirin bi tu rengî ya qebûlkirinê nîn e. Em wek Komaleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê bang li derdorên berpirsyar dikin û dibêjin divê der barê xwediyê van kiryarên gefan û zextan de demildest lêpirsînên edlî û îdarî bê vekirin.

Li dijî êrîşan banga têkoşîna bi hev re hat kirin

Heta ku li dijî rojnameger û rojnamegiriyê êrîş û binpêkirin bi dawî nebin, heta ku hemû hevpîşeyên me serbest neyên berdan em ê têkoşîna xwe ya li ser mijarê bênavber gurtir bikin. Banga me ji bo hemû rojnameger û saziyên rojnamegeriyê jî ew e ku ji bo ji vê rewşê re bibêjin na werin em mil bi mil li gel hev li dijî vê têbikoşin.”