Li Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 71 zarok jiyana xwe ji dest dan

Navenda Mafên Zarokan a FiSA’yê ku binpêkirinên li dijî zarokan ên li Tirkiyeyê tên jiyîn parve dike, diyar kir ku di meha Nîsanê de herî kêm 71 zarok ji ber sedemên dikarin pêşî lê bê girtin jiyana xwe ji dest dan e.

Navenda Nûçeyan - Navenda Mafên Zarokan a FİSA, "Nota agahiyê ya meha Nîsanê ya li ser binpêkirinên mafên zarokan ên li Tirkiyeyê" bi raya giştî re parve kir. Di nota agahiyê ya ku hat gotin, bi zêdebûna rêwîtî û germbûna hewayê re herî kêm 71 zarokan ji ber sedemên dikarin pêşî lê bê girtin jiyana xwe ji dest dane de, hate diyar kirin ku ji zarokên jiyana xwe ji dest dane 24 zarokên keç in, 45 jî kur in û zayenda 2 zarokan jî nehatiye tespîtkirin.

23 zarok di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dan

Di nota agahiyê de hat destnîşankirin ku bi zêdebûna rêwîtiyê re 23 zarok di qezayên trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û wiha hat gotin: “Tê dîtin ku 12 zarok bi germbûna hewayê re di kanalên avdanê, çalên avê û rûbarên li herêmên dijîn de bi xeniqîne jiyana xwe ji dest dane (Ji bo van zarokan di bin navê 'bûyerên li qadên vekirî yên bajar û gundan tên jiyîn' de cih hatiye dayîn). Dîsa tê zanîn ku 5 ji van zarokên jiyana xwe ji dest dane zarokên penaber ên ji Sûriye û Iraqê koçî Tirkiyeyê kirine. Ev meh hejmara zarokên ku ji ber sedema tundiyê jiyana xwe ji dest dane 4 e.”