‘Aştiya mayînde bi rêya bihêzkirina jinan a pêvajoyên biryargirtinê pêkan e’
Komîteya Neteweyî Karûbarên Jinê ya Lubnanê, bi hevkariya Şaxa Jinê ya NY’ê, 25’emîn salvegera pejirandina Rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê, bi çalakiyekî bi sernavê "Keşfkirina Rêyên Lezkirina Pêşveçûnê ya li Lubnanê" pîroz kir.
Lubnan - Çalakiya ku ji aliyê Komîteya Neteweyî Karûbarên Jinê ya Lubnanê û bi hevkariya Şaxa Jinê ya NY’ê ve bi boneya 25’emîn salvegera pejirandina Rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê hat lidarxistin, balkişand ser nîqaşkirina rêbazên lezandina pêşketinê ya li Lubnanê.
Nûnerên Komîteya Neteweyî û NY’ê, wezîr û parlamenter, balyozên ji Fînlandiya, Japonya, Norwêc û Urdunê, nûnerên wezaretên peywendîdar, saziyên ewlehî û leşkerî, civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî, beşdarî çalakiyê bûn.
‘Beşdarbûna jinê ya pêvajoyên biryargirtinê neçariyek neteweyî ye’
Di çalakiyê de, Sekretera Giştî ya Komîteya Neteweyî ya Karûbarên Jinê ya Lubnanê Natalî Za'rour, destnîşan kir ku beşdariya jinê ya pêvajoyên biryargirtinê, êdî neçariyek neteweyî ye. Natalî Za'rour, diyar kir ku plan bi hevkariya wezaretan, saziyên hikûmetê, civaka sivîl û hevkarên navneteweyî hatine amadekirin û ragihand ku ev nêzîkatî ji bo pêşvebirina rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê, xurtkirina wekheviyê û pêşvebirina jinan a ji bo pozîsyonên pêşengtiyê, bingehîn e. Natalî Za'rour, da zanîn ku pêşketina li hember dijwariyên nû, bi îradeya siyasî, reformên qanûnî û domdariya mafên jinan pêkan e.
‘Pêdivî bi veqetandina çavkaniyên rasteqîn a ji bo pêkanîna pêşîniyên neteweyî heye’
Nûnera Jinan a Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê Jillian Massirî, di axaftina xwe ya vekirinê de, girîngiya pêkanîna teahûtan tekez kir. Jillian Massirî, diyar kir ku ev dikare bi rêya nîşaneyên performansê, çavdêriya pêşketina birêkûpêk û diyaloga berdewam a di navbera saziyên neteweyî, civaka sivîl û jinên aştîxwaz de bê bidestxistin. Jillian Massirî, anî ziman ku pêdivî bi veqetandina çavkaniyên rasteqîn a ji bo pêkanîna pêşîniyên neteweyî heye û diyar kir ku pêşketin ne bi niyetan, bi encamên berbiçav ên ku di jiyana rojane de tên dîtin tê pîvandin.
Piştî axaftina vekirinê, vîdyoyek ku torên jin ên aştîxwaz ên çalak a li Lubnanê nîşan dide, hat pêşkêşkirin. Rêvebera Komele û Rêxistinên Sivîl a Wezareta Karûbarên Civakî Franz Nad Abu Jadar, pirsgirêkên sereke yên xizmet û bernameyên wezaretê yên ku piştgirî didin ewlehiya jinan, bihêzkirina aborî û beşdariya wan a di pêvajoyên alîkarî, ji nû ve zindîbûn û başbûnê de pê re rû bi rû dimînin, pêşkêş kir.
Di rûniştinê de, lêkolînera Zanîngeha Saint Joseph û endama berê ya Komîteya Neteweyî ya kesên winda û yên bi darê zorê hatine windakirin Dr. Carmen Hassoun Abu Joudeh, rola jinan di eşkerekirina rastiyan de, beşdariyên wan di parastina bîr û edaleta veguhêz de û bandora wan li ser xurtkirina lihevhatinê nîqaş kir. Dr. Carmen Hassoun Abu Joudeh, balkişand ser bandora civakî û derûnî ya windabûn û windakirinên bi darê zorê ya li ser jinan.
Parêzer û rêvebera "Adl Ohne Grenzen" Brigitte Shalebian jî, hewildanên zêdekirina gihîştina jinan a ji bo edaletê, parastina wan a ji tundiyê û xurtkirina beşdariya wan a li pêvajoyên biryardanê de û reformên pêwîst ên qanûnî û sazûmanî parve kir.
Rûniştin, bi pêşkêşiya rojnamevan û aktîvîsta herêmî Hanan Saleh ya têkildarî serkeftinên jinan a di avakirina aştiyê de, astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin û tiştên ku divê rayedarên herêmî û neteweyî pêwîste ji bo bihêzkirina rola navbeynkarên jin bikin, bi dawî bû.
‘Aştiya mayînde bi rêya bihêzkirina jinan a pêvajoyên biryargirtinê pêkan e’
Çalakî bi axaftina Balyoza Fînlandiyayê Anne Meskinen bi dawî bû. Anne Meskinen, balkişand ser pêwendiya Fînlandiyayê ya bi rojeva Jin, Aştî û Ewlehiyê re û diyar kir ku aştiya mayînde bi rêya bihêzkirina jinan a di pêvajoya biryargirtinê de pêkan e.