Li Tirkiyê kiryar bi destê darazê tên parastin
Bi qasî ku li Tirkiyê tûndiya mêr li her qadê berdewam dike, kiryarên ku li hemberî jin û zarokan êrişa zayendî pêk tînin jî bi destê darazê tên parastin.
Navenda Nûçeyan – Derketibû holê ku li Şirnex a navçeya Cizîrê polîsê bi navê Enes Aydemîr ê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê parêzvaniya Amîra Asayîşê dikir di dîroka 8’ê Nîsana 2021’an de destdirêjiyê li S.S. kiriye û li hemberî wê tûndiyê pêk aniye. S.S ya ku Enes Aydemîr ê li hemberî wê destdirêjî û tûndiyê pêkaniye gilî kiribû, piştre rastî gefan hat. S.S ya rûxmê hemû hewildanên xwe tu encaman bidest nexist piştî ku vegeriya Amedê hewil da dawî li jiyana xwe bîne. Li ser bingehê giliyên S.S rûxmê ku 4 lêpirsînên cûda yên îdaîr vat vekirin, kiryarê tecawizê Enes Aydemîr li cihê venêrînê hat erkdarkirin. Dû lêpirsînên ku hatibûn vekirin bi encam bûn, dû lêpirsîn hêj berdewam dike.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, hat hînbûn ku polîs Enes Aydemîr li navçeya Bakirkoy a Stenbolê li saziyeke hatiye wezîfedarkirin.
Ji bo kûjerên ku Hande Çînkîtaş qetilkirin, beraat!
Di sala 2001’an de li Kadikoy a Stenbolê Hande Çînkîtaş a 12 salî hat qetilkirin. Daneşîna biryarê ya doza ku bavê wê Nezîh Çînkîtaş û dayîka wê ya dûyemîn Şehnaz Çînkîtaş ên wê qetil kirine dihatin darizandin, li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Anatoliya ya li Kartalê hat dîtin. Di daneşînê de kûjer Nezîh Çînkîtaş û Şehnaz Çînkîtaş ên di hepsa malê de bûn û Handan Yilmazer a dayîka Hande Çînkîtaş tevî parêzerên xwe amade bûn. Heyeta dadgehê bi eşkerekirina biryara xwe, bi hinceta ne diyar e ku kiryaran sûcê "lirêxistina hestên cinawirî an jî ezebkişandinê" kirine, biryara beraatkirina sûcdaran Nezîh Çinkitaş û Şehnaz Çinkitaş û rakirina tedbîra kontrola edlî ya di çarçoveya hepsa malê de da.
Di sûcê tecawizê de ji ber ku delîl nîne ji dozgerê mutalaaya “rizaya wê heye”
Li Enqerê, kiryarê “êrişa zayendî” Ozcan Çuhadar ê ji ber şewba Covîd-19 bi destûrê ji girtîgehê derketibû, li hemberî dû zarokên din jî êrişa zayendî pêk anîbû. Piştî giliyên zarokan, kiryar di 11 Hezîrana 2021’an de hatibû girtin û di encama lêpirsîna ku hatibû vekirin de bi daxwaza cezayê girtîgehê ya heyanî 50 salan doz lê hatibû vekirin. Di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 11’emîn a Enqerê hat dîtin de her dû zarok îfadeyên xwe yên di merheleya lêpirsînê de dûbare kirin û dan zanîn ku ew ji kiryar gilîdar in. Kiryar ê xwest xwe biparêze daxwaza bereat û berdanê kir. Dozger jî di mutalaaya xwe de destnîşan kir ku îspatek li ser vê yekê nîne ku kiryar “çalakiya xwe ya tecawizê ji derveyî rizayê, bi darê zorê kiriye” derbarê kiryar de ji ber sûcê “têkiliya zayendî ya bi kesekê di bin 18 salî de” cezayê heyanî 5 salan daxwaz kir. Her wiha dozger berdana kiryar daxwaz kir. Heyeta dadgehê, bi qebûlkirina daxwaza demê ya parêzerên zarokan derbarê kiryar Ozcan Çuhader de biryar da ku rewşa wî ya girtîmayînê berdewam bike.
Dadgehê daneşînê ji bo demek pêş taloq kir.
Li Bursayê tûndiya mêr
Li navçeya Nilufer a Bursayê danê siharê jinekê ji aliyê mêrê ku pê re hevaltiyê dikir rastî tûndiyê hat. Di dîmenê ku bi telefona kesên li derdor hatiye kişandin de xuya dike ku kiryar li hemberî xizmê xwe yê dixwaze wî asteng bike, bertek nîşan dide.