Li Til Kelexê zarokek keç hat qetilkirin

Di êrîşeke çekdarî ya li Til Kelexê ji aliyê êrîşkarên nenas ve pêk hat de, keçek jiyana xwe ji dest da û herdu birayên wê bi giranî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) kontrola Sûriyeyê girtin destên xwe, bajarê Humsê di çend mehên borî de rastî rêze aloziyên ewlehiyê yên carcarî hatin. Ev alozî heta îro jî berdewam dikin. Niştecih ditirsin ku tundî û hedefgirtina sivîlên bêguneh zêde bibe. Bûyera dawî, kuştina zarokek a di êrîşeke çekdarî de bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çekdarên nenas duh rasterast gule li malekê li gundê Talsarîn a li herêma Til Kelexê ya Humsê reşandin. Di encama êrîşa hovane de Juliana Mahmoud Idris ku keçeke 10 salî ye yekser mir. Herdu birayên wê yên bi navê Elî û Silêman ku yek 12 û yek jî 15 salî ye, birîndar bûn. Zarokên birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyê. 

Li gundan bûyerên tundî, kuştin û revandin

Bûyerê di nav niştecihan de pêlek hêrs û fikaran derxist holê. Niştecihan, daxwaz kirin ku sûcdar werin destnîşankirin û berpirsiyar bên girtin û gotin “Bi taybetî jî ji ber bûyerên tundî, kuştin û revandinê yên dubare li hinek gundên gundewarî yên herêmê diqewimin.”

Rayedarên ewlehiyê hîn jî derbarê şert û mercên êrîşê an jî kesên li pişt wê de, tu daxuyaniyek fermî nedane. Divê bê diyarkirin ku komeke çekdar a girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya cîhadîst li dijî sivîl, jin û zarokan li peravên Sûriyeyê, bi taybetî li bajarê Humsê, ji Adarê ve mafan binpê dike.