Li Til Temirê ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meş

Gelên Kurd, Ereb, Aşûrî yên li Til Temir û Zerganê, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina qetilkirinên jinan, çalakiya hevpar lidar xistin. Gelan gotin divê yekîtiya netewî pêk bê.

Til Temir – Rêzeçalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Îro di heman çarçoveyê de gelên Kurd, Ereb û Aşûr yên Til Temir û Zirganê, li bajarê Til Temira Kantona Cizîrê meşek lidar xistin. Her wiha ji ber ku di demên dawî de gelek jin hatin qetilkirin, Kongra Star jî beriya ku meş destpê bike, daxuyanî da.

Sedem çi dibe bila bibe, qetilkirina jinê sûc e’

Di daxuyaniya ku ji aliyê Rêvebera Kongra Starê Sena Îsa ve hat xwendin de wiha hat gotin: “Sedem çi dibe bila bibe, qetilkirina jinê sûc e. Bi kuştinê çareserî nabe û kuştina jinê ya ku her bi çavekî ku ew tewanbar e civak lê dinhêre dibe sûcek. Ger sûcek hatibe kirin, divê ku her du alî hesabê wê bidin. Ji ber ku civaka me civakeke mêrsalar e, jin ji edaleta heyî bêpar dimîne. Em wekî Kongra Star qetilkirina jinan şermezar dikin û wê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê û dîroka jinê dibînin. Em ji vir bang li aliyên pêwendîdar dikin ku sûcdar cezayê xwe bibîne tevî ku bê zanebûn  be, da ku rê li ber kuştinên ku di vê dawiyê de zêde bûye were girtin. Kuştina jinê kuştina jiyanê ye, ji lewra bê jin jiyaneke azad ne pêkan e.”

Paşê gelên Til Temir û Zirganê ji Saziya Malbatên Şehîdan bi bilindkirina nîşana azadiyê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berzkirina siloganan, dest bi meşa xwe kirin. Meşa ku di kolana Şehîd Omer Baravî re derbas bû li ber çarxereya Şehîd Qendîl rawestiya.

‘Ocalan ji bo parastina mafê jiyan û azadiyê derket’

Piştî deqeyek rêzgirtin, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Cemîla Kako axivî û wiha got: “Ji dema ku yezdan mirovahî li ser vê axê afirandiye nakokî derketine, hinekan kuştin, dagirkirin, neheqî û talankirina mal û milkê hinekan kirine armanc. Yên din jî hene, berovajî ne: ji bo parastina rewa ya namûs, ax, jiyan, azadî û rûmetê têkoşiyan e. Ji bo parastina mafê jiyan û azadiyê rûpelên bi fedakarî dagirtî destanên herî xweş ên qehremaniyê ji kesên herî mezin hatin e nivîsandin. Di nav wan de Rêber Abdullah Ocalan jî heye. Ocalan dît gelê wî, gelê wî yê Kurd, ne tenê ji mafên xwe yên mirovî û dîrokî, di heman demê de ji qirkirina birêxistinkirî re jî rastî bêedaletî, biçûkxistin, dûrxistin û înkarkirina mafên xwe tên.”

‘Em hemû Abdullah Ocalan in’

Cemîla Kako wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji aliyê hêzên global ên emperyalîst û kapîtalîst ve, bi serkêşiya dewleta Tirk a faşîst Rêberê neteweyî Abdullah Ocalan rêberekî têkoşer û avakerê projeya demokratîk hat girtin. Projeya herî mezin a ku li dijî armanc û berjewendiyên wan ên kolonyal û kolekirina gelan, projeya serokatî ye. Ew proje li ser bingeha yekîtiya gelan û biratiya wan bi hemû pêkhateyên Ereb, Kurd, Asûrî û pêkhateyên din e. Ev proje tenê bi rêbertî nesekinî, ji nifşekî bo nifşê din hate veguhestin. Em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê li vir in. Em daxwazê ji civaka navdewletî dikin ku bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî û mirovî tevî hemû rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî û cîhanî, rabin. Û em ji vê derê ji cîhanê re dibêjin: Em hemû Abdullah Ocalan in.”

‘Em destê Rêberê xwe xurt bikin’

Her wiha bi navê tevger û rêxistinên jinan jî Eyhan Yûnis bixêrhatina gel, dost û hevalan kir û wiha pêl da gotina xwe: “Ji 27 salan zêdetir Rêber Apo ji bo azadiya gelên bindest bi taybetî gelê Kurd, Ereb, Tirk, Faris, Tirkmen, Çerkes, Êzidî, Elewî, Aşûrî û Keldanî, ji bo azadiya her kesî di nava têkoşîn û berxwedaneke bê hempa de ye. Digel bêderfetiyan ji bo me derfet ava kir. Dîsa di 27’ê Sibatê de bi banga Aştî û Civaka Demokratîk, çareseriya pêvajoyeke dîrokî da destpêkirin. Ji bo ku em destê rêbertiya xwe xurt bikin, divê em li ser piyan bin heta ku em bikaribin serokê xwe bi awayê fîzîkî rizgar bikin. Li ser vê bingehê divê her kesê ku dilê wan ji bo azadî, demokrasî, aştî û xwişk û biratiya gelan lê dide, erkên xwe yên xwişktî û biratiyê pêk bînin.”