Jinên Kurd ji bo têkoşîna hevpar li Silêmaniyê hatin ba hev
Çalakvanên jin bal kişandin ser girîngiya sempozyûma "Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan" û diyar kirin ku li vir têkoşîna jinên li çar perçeyên Kurdistanê û meseleya Kurd a li Rojhilata Navîn, hatine nirxandin.
Silêmaniyê – Duh li Hola Sînemayê ya li bajarê Silêmaniyê, bi pêşengiya rêxistinên Rêpâk û Azadbûnê sempozyûmek bi sernavê “Jeopolîtîka Kurdistanê û Rewşa Jinan” hate lidarxistin. Çalakvanên jin û parêzvanên mafên jinan bal kişandin ser vê çalakiyê û bal kîşandin ser girîngiya rol, mîsyon û pêşengtiya jinan a di avakirina yekîtiya Kurdan de.
'Têkoşîna jinan bi hewcedariya projeyên hevpar heye’
Seroka Rêxistina Azadî Geşe Dara Hefîd li ser armanca sempozyûmê axivî û ragihand ku armanca wan, destnîşankirina rewşa jinên li çar perçeyên Kurdistanê ye. Geşe Dara Hefîd da zanîn ku sernavê sempozyûmê 'Jin û Siyaset' e û wiha got: “Ango di vê çarçoveya erdnîgariya ku ji aliyê desthilatdariya siyasî ve tê birêvebirin de rewşa jinan, cihê jinan ê di astên siyasî, civakî û aborî de û ka ev têkilî çawa şêwaz digirin, tên nîqaşkirin. Hatina ba hev a çar perçeyan peyamek e: Kurd yek in, çand û êşên me yên hevpar yek in. Her çend em ji aliyê siyasî ve hatibin dabeşkirin jî, ji aliyê civakî ve em nêzî hev in. Ji ber vê yekê em dikarin çareseriyan bi hev re bibînin. Têkoşîna jinan hewcedarî bi projeyên hevpar heye. Divê em di asta neteweyî de jî projeyên hevpar bipêş bixin."
'Felsefeya Jin Jiyan Azadî cîhanî bûye'
Çalakvan Şeyda Marûf destnîşan kir ku Silêmanî her dem bûye navendek ku jinan û dengên wan tîne ba hev û wiha domand: “Hatina jinan ya ba hev û ji herêmên cuda yên Kurdistanê, wê bandorek pir erênî li ser herêmê bike. Ev jî vê peyamê dide: Em jin li ku derê bin jî bibiryar in. Jin her dem di nav yekîtiyê de bûne. Em jin dixwazin yekîtiya xwe nîşanî cîhanê bidin. Hemû çalakiyên jinan bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dest pê dikin û ev dirûşme êdî bûye dirûşmeke cîhanî. Em ji bo azadiyê hene. Jin dikarin cih û mewziyên xwe yên ku têkoşîna xwe lê didomînin ji nû ve bihêz bikin û xwedî azadiya xweîfadekirinê bin. Bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re jinan di vê qonaxê de karîbûn pêşengiyê bikin û vê felsefeyê bandorek kûr li ser jinên li welatên bindest kiriye. Îro jin ne tenê li dijî rejimên navxweyî, di heman demê de li dijî hêzên hegemon ên cîhanî yên ku li dora berjewendiyên xwe yên aborî bûne yek jî, têkoşîneke dijwar dimeşînin.”
'Hewcedariya me bi dengê hevpar heye'
Çalakvan Bêxal Sabir jî bal kişand ser pêvajoya heyî ya li Kurdistanê tê meşandin û bi van gotinan nirxand: “Kurdistan di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe. Hewcedariya me bi civîn û nîqaşên bi vî rengî heye, ji bo ku jin di nav yekîtiyê de rola xwe û pêşengiya xwe bigrin ser xwe û li dijî hişmendiya baviksalar têbikoşin. Pêwîst e jin bibin dengekî hevpar û li çar perçeyan çerenûsa xwe biguherinînin û veguherînekê ava bikin.”