Li Til Temirê civîna Hevpeymana Civakî hat lidarxistin

Bi amadebûna Hevseroka Kantona Hesekê Semer El-Ebdella civîna xwendina bendên hevpeymana civakî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatibû nîqaşkirin û erêkirin, hat lidarxistin.

Hesekê- Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 15'ê Tîrmeha 2021'ê de ji bo reşnivîsa hevpeymana civakî ya giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komîteyek ava kir û ji wê demê ve xebat tên kirin, heya ku gihîştin hevpyman amade kirin û niha bi meclisên navçeyan re parve dikin. Îro jî bi amadebûna Hevseroka Kantona Hesekê Semer El-Ebdella her wiha giştî endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha rêxistina Kongereya Star û Mala Jinê, li hola Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê civînek hat lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Semer Ebdella der barê hevpeymana civakî de wiha axivî: "Hevpeymana Civakî ya îro em dixwînin, mafê hemû netew û olên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn diparêze her wiha ev yek jî encama şoreşa ku jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbû ye. Hevpeymana civakî parastina reng û dengê gelan e."

Piştî axaftinê Semer El-Ebdella dest bi xwendina bendên hevpeymanê kir.

"Benda ji bo parastina kesên temenê wan mezin ên ku bîra civakê ne pir girîng e"

Derbarê hevpeymana civakî de Elya Oglo ya ku bi eslê xwe ji Laziqiyê ye lê li Til Temirê dijî û Rêvebera Komîteya Lihevhatinê ya Meclisa navçeya Til Temirê ye wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Di hevpeymana civakî de gelek bendên girîng hene ku bala min kişandin û ger ku ev hemû bend bi rastî bikevin meriyetê dê gelekî baş be ji bo siberoja herêmê. Bi taybetî bendên der barê parastina destkeftiyên jinan û şoreşa ku li vir pêk anîne de roleke pir mezin jî dane wê û taybet di warê hevserokatiyê de. Her wiha parastina kesên temenê wan mezin ku bîra civakê ne û divê di warê tenduristiyê de jî werin parastin û mafê wan neyê binpêkirin jî girîng bû."

"Hevpeyman dikare bibe çareserî ji hemû dozên kilîtkirî re"

Elya Oglo da payin ku hevpeymana civakî çareseriya krîza Sûriyeyê ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ger ku bendên hevpeymanê pêk werin, wê ne tenê çareseriyê ji bo krîza Sûriyeyê bi xwe re bînin, li hemû deverên ku alozî hene û bi krîzan re rû bi rû dimînin wê bibe cihê çareseriyê. Hevpeymana civakî ne tenê zimanek, olek ango çarenûsa partiyek ango neteweyek nîqaş dike, ji hemû hemû netew û civakan re ji Kurd, Ereb, Suryan û hemû neteweyên ku li vir dijîn re ye. Bendên ji bo pêşxistina aboriyê û parastina mafên zarokan jî pir baş bûn. Di heman wextê de jî ev hevpeyman dikare bibe çareserî ji hemû dozên kilîtkirî re heya ku bigihîje dozên aborî, civakî û çandî."

Gulnaz Osman jî wiha got: "Hevpeymana civakî doza Sûriyeya nenavendî nake, berovajî vê yekê armanca wê ew e ku Sûriyeya demokratîk û azad ava bike. Berê ola îslamê li ser gelek aliyan bi hişmendiya dewletê xwe dida ferzkirin lê piştî fikrên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêş kir û şoreşa ku li vir pêk hat ev hemû daye guhertin. Piştî şoreşê jî hat xuyakirin ku çiqas demokrasî derbasî nava olan bûye, bi taybetî ola Êzdayetiyê û gelek olên din derfet çêbû ku xwe ava bikin û bidomînin."

Civîn bi xwendina bendan bi dawî bû.