Li Til Temir semînera li esr jiyana Sakîne Cansiz û rêhevalên wê
Bi armanca bîranîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê Kongreya Star a navçeya Til Temirê semînerek lidar xistin.
Hesekê- Bi armanca bîranîna şehîdên Parîsê Ş.Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di sala xwe ya 9'emîn de, li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakiyên cûr be cûr têne lidar xistin. Di heman wextê de jî Kongreya Star a navçeya Til Temirê a Kantona Hesekê d' 10'ê çileya 2022'an de semînerek lidar xistin ku jin û mêr jî tevlî bûn. Semînera ku li saziya malbatên şehîdan dest pê kir, bi dehan endam û rêveber û hevserokên komînên navçeyê û gundewarên wê tevlê bûn. Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo şehîdên ku bi xwîna xwe axa welat avdane û destanên berxwedaniyê nivîsandine, dest pê kir.
"Xwestin bi qetilkirina Sakîne Cansiz derbeyekê li jin û civaka Rojhilata Navîn bixin"
Endama Rêveberiya Kongreya Star a navçeya Til Temirê Raperîn Nûrheq der barê jiyana şehîd Sakîne Cansiz û rêhevalên wê de axivî û wiha got: "Xwestin bi qetilkirina qetilkirina Sakîne Cansiz derbeyekê li jin û civaka Rojhilata Navîn bixin. 9 sal in û heya niha kujerê her sê jinên şoreşger nehatiye cezakirin. Şehadeta 6 ciwanên li Kobanê dewamkirina komploya li dijî ciwanan e û xwestin ew rihê Ş.Sakîne di hundirê wan ve bikujin, lê nikarîbûn. Êrîşên li ser Til Temir, Zirgan, Kobanê û tevahî Kurdistanê tê kirin, armanc jê ew e ku ew hêza rêxistina jin da ye avakirin û xeta edyolojiya ku gel li gorî wê xwe birêxistin dike têk bibin, lê têk naçe."
"Rihê Sakîne di dilê dayikan de zindî ye"
Raperîn da zanîn ku heya mirovên demokrat û azad hebin, wê xeta azadiyê têk neçe û wiha dirêjî da gotina xwe: "Jin û ciwanên Til Temirê li hemberî êrîşan, xeta Sakîne Cansiz û xeta berxwedaniyê temsîl dike. Ger îro ew dayikên ku bi tilîliyan zarokên xwe bin ax û oxir dikin û bi hêrsa li hemberî dijmin serî natewînin û ber xwe didin, wê demê nas bikin rihê Sakîne di dilê wan dayikan de ye. Bi hezaran şopdarên sakîne çêbûn û wê xeta sakîne û rêhevalên wê were şopandin."
Piştî axaftinê sinifizyonek li ser rêwîtiya Ş.Sakîne û hevalên wê ji zaroktiyê de heya pêvajoya rêxistinbûyînê û ber bi roja dawî a li Parîsê ve, hate pêşandan.
Semîner bi diruşmeya "Jin Jiyan Azadî" bi dawî bû.