Li Til Temir dewreyên perwerdeyên pîşeyî
Rêxistina Rojava a Alîkarî û Pêşxistinê bi belavkirina bawernameyan, dewreya komputerê ya berî du mehan dabûn despêkirin bi dawî kir.
Hesekê- Rêxistina Rojava a Alîkarî û Pêşxistinê ku li kêleka karê belavkirina alîkariyan li malbatên xizan û koçberan, dewreyên perwerdê yên weke tenduristî, dirûtin û fêrbûna sîstema komputerê vedikin. Bi heman mebestê, berî du mehan Rêxistina Rojava dewreya fêrbûna sîstema komputerê vekir. 16 şagirt tevlîbûn ku 11 ji wan jin bûn. Têkildarî vê mijarê jî Mamoste Melsa Silêman û şagirta ku tevlî dewreyê bûyî Evîn Ehmed axivîn.
"Şagirtan sudek baş ji vê perwerdê girtin"
Melsa Silêman behsa pêwîstî û girîngiya vê perwerdeyê kir û wiha dom kir: "Dewreya ku berî du mehan hatibû destpêkirin îro bi dawî dibe. Şagirtên ku tevlî dewreyê bûn, li gorî ku tê dîtin pir sûd jê wergirtine. Bernameyên ku herî zêde me girîngî da yê jî di desptêkê de Prensîbên bingehîn ên komputerê, Sîstema Windows ku Word û Excelê di nav xwe de dihewîne bû. Şagirtên ku tevlî dewreyê jî bûn, berê dizanîbûn ku kompîturê bikar bînin lê neketibûn kûrahiya wê de. Her kes dizane kompûterê bikar bîne, lê kes nizane çi di hundirê wê de heye. Şagirtan pir sûd jê girtin, piştî ku me çend ezmûn ji şagirtan re çêkir, me asta wan nirxand û li gorî nirxnadina asta wan bawername li wan hatin belavkirin. Rêxistina Rojava a Alîkarî û Pêşxistinê bi vekirina dewreyên wiha asta zanistî û piratîkî bilind dike."
"Perwerdeyek girîng bû ji min re"
Evîn Ehmed yek ji şagirtên ku tevlî dewreyê bûye derbarê vê mijarê de wiha dibêje: "Ez karê erşîfê dikim, lê ji ber ku ez di kompîter de ne pispor im min gelek tişt nedizanî. Ji ber wê jî piştî ku ez tevlî dewreyê bûm, min hewl da ku ez hîn bêtir agahiyan bigrim û di piratîkê de bicih bînim û bi rastî jî me gelek sûd ji dewreyê girt. Ji bo min tiştên ku birin pir girîng bûn."