Li Tanzanyayê baran û lehî: 58 kes jiyana xwe ji dest dan

Hikumeta Tanzanyayê, ragihand ku ji ber baran û lehiyê li welat di nava 2 hefteyan de 58 kesan jiyana xwe ji dest dane û lehî bandor li 10 hezar xanî û 75 hezar çîftlîkan kiriye.

Navenda Nûçeyan- Demsala baranê ku li Tanzanyayê bi giranî meha Nîsanê ye, îsal ji ber bûyera xwezayê ya El Nîno hîn giran bû. Bi fenomena El Nîno re li aliyê rojhilat ê Pasîfîkê hewa zêde germ bû, li hin deveran ziwatiyê rû da, li hin deveran jî bû sedema barana zêde.

Li Tanzanyayê ji destpêka mehê ve bi taybetî barana zêde li herêmên peravî bû sedema lehiyê. Li bakurê welat otobusek di bin avê de ma, 8 zarokên xwendekar jiyana xwe ji dest dan.

Hikumetê, diyar kir ku di nava du hefteyan de 58 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li gorî daxuyaniya hikumeta Tanzanyayê, lehiyê bandor li 10 hezar xanî û 75 hezar çîftlîkan kiriye.

Hema bibêje nîvê herêmên Tanzanyayê di alarmê de ye. Li gorî Saziya Meterolojiyê ya Tanzanyayê baran wê heta dawiya mehê berdewam bike.

Li Kenyayê ku cîranê vî welatî ye li gorî rapora 9’ê Nîsanê ji ber baranê û lehiyê herî kêm 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 15 hezar kes jî ji cih û warê xwe bûn.

Rewşeke bi heman rengî meha Kanûnê jî rû da. Li Efrîkaya Bakur zêdeyî 300 kes ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê jiyana xwe ji dest dan. Tenê li Somalî zêdeyî milyonek mirov ji cih û warê xwe bûn.