Li Suweydayê rola jinan a di aştiyê de hat nîqaşkirin

Meclîsa Jinên Sûriyeyê li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê, rûniştineke diyalogê li dar xist. Beşdarên rûniştinê bal kişandin ser rola çalak a jinan di avakirina pirên hevgirtinê de û diyar kirin ku ew stûnên aştiya sivîl in.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Di nava pirsgirêkên siyasî û civakî yên ku Sûriyeyê de, bajarê Suweyda yê Sûriyeyê duh mazûvaniya rûniştineke diyalogê ya ji aliyê Meclîsa Jinên Sûriyeyê ve hat organîzekirin kir. Tê de bal kişand ser rola girîng a jinan di biryardanê de û beşdariya wan a çalak di warên curbecur ên jiyana giştî de.

Rûniştin bi sernavê "Rola jinan di belavkirina hişyariyê û beşdariya siyasî, çandî û civakî de ji bo avakirina civakeke pêşketî ku dikare ji krîzan derbas bibe" hat lidarxistin.

Çalakvanên jin û aktorên civaka sivîl beşdarî rûniştinê bûn, bi kûrahî bandora jinan li ser pêvajoyên siyasî û civakî nîqaş kirin.

Beşdaran tekez kir ku taybetmendiyên aştiya sivîl ne tenê bi nebûna pevçûnê ve sînordar in, li ser van sê qadên sereke; aştiya civakî, dad û wekheviyê ku bi hev re bingehek xurt ji bo pêşxistina raya civakî û avakirina aramiyê di nav wê de ava dikin.

'Hewcedarî bi hevgirtinê heye'

Rania Zehredîn li ser girîngiya diyalogê û qebûlkirina nêrînên din axivî û got ku ev gaveke bingehîn e ber bi derbaskirina bûyerên bi êş ên li Suweydayê qewimîne ve. Rania Zehredîn tekez kir ku jin dikarin bibin dengê aqil û aştiyê di civakê de û bixebitin da ku nêrînan bînin cem hev, bigihîjin çareseriyên ku ji evîn û hevkariyê derdikevin. Her wiha got ku hewcedarî bi hevgirtinê heye da ku şêniyên bajar bikaribin bûyerên xwînî yên şahidiya wan kirine derbas bikin û bibin modelek ji têgihîştin û yekîtiyê re.

'Hêzdarkirina jinan hêzdarkirina civakê ye'

Besma Qereûne ku xwebexşeke tîma Together for Syria ye, spasiya xwe ji bo girîngiya van civînan anî ziman û rûniştinê weke îlhambexş û tijî ezmûn û hişmendiya ku ji komên beşdar ên cihêreng hatiye girtin bi nav kir. Besma wiha got: "Divê em di civaka xwe de bêtir piştgiriyê bidin jinan û hêz û şiyanên ku heq dikin bidin wan, ji ber ku hêzdarkirina jinan tê wateya hêzdarkirina civakê. Divê em weke jin piştgiriyê bidin hev û ji prensîbên evîn û hevkariyê dest pê bikin. Tenê bi vî rengî em dikarin di rastiya xwe de guhertinek rastîn çêbikin."

'Hêzdarkirina jinan ji malê dest pê dike'

Çalakvana sivîl û endama Komeleya Hişyarî û Hêzdarkirina Jinan Ghasina Salah, destnîşan kir ku civîn derfetek bû ji bo danûstandina ezmûn û zanînê, ji ber ku bawer dike hêzdarkirina jinan li malê dest pê dike û digihîje cihên biryardayînê. Ghasina Salah der barê rûniştinê de wiha axivî: "Me li ser çawaniya birêvebirina nakokiyên di nav civakê de û rola jinan di girtina biryarên baş de ku ji malên xwe dest pê bikin û bigihîjin saziyên civakî û siyasî yên herî bilind nîqaş kir. Jineke ku dikare bi hişmendî bifikire û berpirsiyar tevbigere, dikare bibe modelek. Peyv û reftar her du jî rêbazên gihîştandina peyameke bi bandor in ji bo civakê û divê jin modelek erênî pêşkêş bikin ku têgihîştinên xelet ên rola wan xerab dikin biguherînin. Divê em têgehên rast û hişmendiyek nû ava bikin ku jin bibin biryarderên rastîn."

Jin dikarin ji mafên xwe sûdê bigrin

Di dawiya rûniştinê de, beşdaran li ser pêwistiya yekkirina refên jinan û xurtkirina hevgirtinê di navbera jinan de li hev kirin û tekez kirin ku girîng e jin ji mafên xwe yên siyasî û civakî sûde bigrin û li gorî jêhatîbûn û rola xwe ya girîng di civakê de pozîsyonên serokatiyê bigrin. Her wiha wan girîngiya berdewamiya civînên bi vî rengî tekez kirin ku asoyên diyalogê vedikin û piştgiriyê didin nirxên aştiya sivîl, edalet û wekheviyê weke bingeha avakirina civakek ku dikare pêşketin û başbûnê bi dest bixe.