Li Sûriyeyê qetilkirin û revandina jinan zêde dibe
Jinên Sûriyeyî, bûne mexdûra binpêkirinên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam û di encama vê yekê de bûyerên revandin, qetilkirin û destdirêjiyê roj bi roj zêdetir dibin.

SÎLVA MANLA OSMAN
Heleb – Îro jinên li Sûriyeyê, bi taybetî jî li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê de, bi bêewlehî û bêîstîqrariyê re rû bi rû ne. Jin bi rewşên herî tirsnak, qetilkirin, destdirêjî û revandinê re rû bi rû dimînin lê li hemberî van sûcan edalet û hesabdayîn nîn e. Ruxmê van sûcên giran jî rêveberiya demkî van binpêkirinan mîna “kiryarên kesî” bi nav dike û êş û bandorên wêranker ên van bûyeran ên li dijî jinan paşguh dike.
Ev hikûmet, bi pêşîgirtina rola jinan bûye sedem ku di nava tevahî pêkhateyên Sûriyeyê de gotinên nefretê belav bibin û ev yek jî pergala civakî perçe dike. Kesên ku van sûcan dikin, armanca wan ew e aramiya jinan têk bibin, îradeya wan qels bikin û hêza wan a derûnî û fizîkî bişkînin. Yekane armanc, têkbirîna beşdarbûna jinan a jiyana siyasî û îdarî ye û dixwazin jinan mehkûmê lewazî û vederkirinê bikin.
‘Şermezarkirin tenê nabe’
Berdevka Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Helebê Amîn Îsmaîl, pêvajoya ku Sûriyeyê dijî, mîna pêvajoyên herî zehmet û tevlihev a welat pênase dike. Amîn Îsmaîl, diyar kir ku piştî Heyet Tehrîr El Şam, paytext Şamê desteser kir, bûyerên revandinê zêdetir bûne, destnîşan kir ku êdî tenê şermezarkirin têr nake û ji bo hesabdayîna berpirsên van binpêkirina divê çareseriyên berbiçav bên dîtin. Amîn Îsmaîl wiha got: “Sedema bingehîn a valahiya ewlehiyê ya îro tê jiyîn, cîhadîstên biyanî yên di artêşa Sûriyeyê de ne. Gel bi hêviya Sûriyeyeke serbixwe û pêşerojeke nû ya azad bû, li bende bû ku rejîma Baasê bikeve lê em îro dibînin ku hemû bendewariyên me berevajî derketin.”
‘Curbecurbûna çandî û etnîkî ya Sûriyeyê tê hedefgirtin’
Amîn Îsmaîl, da zanîn ku Sûriye bi curbecurbûna xwe ya etnîkî û çandî dewlemend e û xwedî hemû ol û mezheban e û wiha axivî: “Lê belê, cîhadîstên ku li Şamê li ser desthilatdariyê ne, curbecurbûna Sûriyeyê ji bo domandina sûcên xwe yên hovane mîna hincetek nîşan didin. Revandina jina Kurd Heyfa Tayyar, mînaka vê yekê ye. Tu sedem ji bo revandina Tayyar tune ye.”
Amîn Îsmaîl, got ku zêdebûna bûyerên revandinê û kaosa tê jiyîn, bandorek neyînî li ser perwerdeya ciwanan dike û got: “Ev ciwan dixwazin pêşerojek baştir ava bikin û perwerdeya xwe bidomînin. Lê belê diyardeyên bi vî awayî, ne tenê bi komek etnîkî yan jî mezhebek re sînordar in; li ser hemû civakê bandorek kûr çêdikin.”
‘Hedefgirtina jinan’
Amîn Îsmaîl, da zanîn ku cîhadîstan ji bijîşkan bigre heya mamosteyan jinan di hemû qadên pîşeyî de hedef digrin û mirovên zanyar ên Sûriyeyê jî hedef digrin. Amîn Îsmaîl, diyar kir ku tu hincetên kiryarên bi vî awayî nîn e. Amîn Îsmaîl, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Rasthatina gelê Sûriyeyê ya bi îşkence û sirgûnên bi vî rengî, wê bertekek bihêztir derbixe holê. Ev serhildana ku li dijî rejîma Baasê hat destpêkirin, wê veguhere şoreşeke mezin.”
Bûyerên revandinê, perçeyek ji plana bi pergalî ya têkbirina rewşa civakî ya jinên Sûriyeyê û qelskirina hebûna wan di civakê de ye. Herî dawî, di 13’ê Îlonê de jineke ciwan a Kurd bi navê Heyfa Adil Tayyar li ser riya Dêyr Hafir a li Helebê, hat revandin û di heman demê de jina Kurd Norman Celal Serhan ya ji bo serdana xizmên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Elmanyayê hatibû jî di heman riyê de winda bû.