Li Suweydayê hicaba bi darê zorê: Armanc guhertina nasnameyê ye

Li Suweydayê bertekên ji bo ferzkirina hicabê didomin. Jina bi navê Rîham Ferhad, destnîşan kir ku ferzkirina hicabê ne tenê mijarek cil û bergan e, armanc guhertina nasnameya rewşenbîrî û olî ya jinên Suweydayê ye.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Piştî ketina cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ya ji bo Suweydayê, ketin an jî derketina ji bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê veguherî xeteriyek mezin û bi taybetî jin û zarok, sivîlan bi revandin û êrîşan re rû bi rû dimînin. Her wiha piştî kesên tên revandin tên berdan, rastî ferzkirina guhertinên îdeolojîk ên û bi taybetî jî neçarkirina jinan a bikaranîna hîcab an jî nîqabê, êşa jinan kûrtir dike.

Jin bi revandin heqaret û tecawizê re rû bi rû man’

Damezrînera Hevbenda Jinan a ji bo Zanekirin û Hêzdarkirinê ya li Suweydayê Rîham Ferhad, di destpêka axaftina xwe de da zanîn tiştên diqewimin sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê ne û wiha got: "Jin mexdûrên sereke yên van êrîşan in. Bi revandin, heqaret û tecawizê re rû bi rû man. Her wiha jinan hevjîn, zarok û xizmên xwe yên herî nêz winda kirin û bedelên mezin dan. Gelo çima jin bi vî awayî tên hedefgirtin? Her wiha mêr jî rastî binpêkirinan tên. Li ser mêran bi zext qutkirina simbêl tê ferzkirin. Ev yek jî cureyek tundiyê ye.”

‘Jin rastî zextên nixumandinê tên’

Rîham Ferhad, di berdewamiya axaftina xwe de çîroka bi êş a jineke ku pitika wê li ber çavên wê hat qetilkirin vegot û wiha domand: “Dayikê şahidî ji qetilkirina pitika xwe re kir. Ev yek êşêk pir mezin e. Dayikê piştî qetilkirina pitika xwe, ji kujeran daxwaza kuştina xwe kir. Kujeran jinê neçar kir ku serê xwe binixumîne û gotin, ‘biçe û serê xwe binixumîne.’ Ferzkirina hîcabê yan nîqabê ne tenê mijara cil û bergan e, armanc guhertina nasnameya rewşenbîrî û olî ya jinan e. Di baweriya me ya Durzî de ji bilî rewşên olî ji jinan nayê xwestin ku serê xwe bigrin. Lê jinan ji ber tirsa li xalên kontrolê bên şermezarkirin, dest bi nixumandina serê xwe kirin."

‘Roj bi roj tundiya derûnî û nava malê zêde dibe’

Rîham Ferhad, wiha axivî: "Malbatên ku malên xwe winda kirin di şert û mercên dijwar de dijîn û tu taybetiya jiyana wan nîn e. Tevahiya malbatê di odeyê de dimînin û jin jî xwe rehet û ewle hîs nakin. Tundiya derûnî û nava malê zêde bûye. Zarok rastî qetilkirina malbatên xwe tên. Gelek zarok hewceyê piştgiriya derunî ya demdirêj in. Zarokên me pêşeroja welatê me ne û ger zarok neyên parastin, wê pêşeroja me mehkûmê têkçûnê bibe.”

‘Piştgiriya derûnî pêdiviyek mezin e’

Rîham Ferhad, destnîşan kir piştgiriya derûnî ji bo jin, mêr û zarokan pêdiviyek mezin e û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Divê ji bo zarokan xebatên kêmkirina stres, kombûnên piştgiriya komî û bernameyên taybet bên kirin. Pêwist e em alîkariya zarokan bikin da ku ji nû ve tevlî jiyana asayî bibin. Tiştên ku li Suweydayê qewimîn, binpêkirin û sûcên hovanê bûn. Jin rastî revandin û tecawizê hatin û zarok li ber çavên dayikên xwe hatin qetilkirin. Ev yek sûcek li dijî mirovahiyê ye û divê sûcdar hesab bidin.”