Li Sûriyeyê di plajan de cilên girtî hatin ferzkirin
Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê di plajan de cilên girtî li ser jinan tê ferzkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê rêveberiya demkî ya cîhadîst Heyet Tehrîr El- Şam (HTŞ), ragihand ku divê jin di plajên ji gel re vekirî, di hewzên melevanî de, ji derveyî dest û pê cilên ku hemû bedena jinan digre û cilên din ên guncaw li xwe bikin.
Li gorî nûçeya televîzyona rêveberiya demkî El-Îxbariye El-Sûriye, armanca sererastkirinên ku ji aliyê Wezareta Turîzmê ya rêveberiya demkî ve hatiye derxistin; ‘Ji bo başkirina standartên ewlehiya civakê û parastina exlaqê civakê ye.’
Hat diyarkirin ku di plajên taybet, kulub, hewz û otêlên ji 4 stêran zêdetir de ji sererastkirinan cuda hatiye destgirtin.
Rêveberiya demkî tevî sozên ku dane jî di her qadên jiyanê de bi awayek sîstematîk qedexeyên ku jiyana jinan sînordar dike tîne.