Li Sûriyeyê di du bûyerên cuda de du jinên ciwan hatin kuştin
Li Sûriyeyê tundî û bûyerên kuştina jinan bê navber didomin. Li gorî daneyên dawî, tenê di sala 2026'an de bi dehan jin hatine qetilkirin û fikarên li ser bêcezahiştina sûcdaran zêde dibin.
Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê tundî û bûyerên kuştina jin û keçan berdewam dikin. Der barê zêdebûna van sûcên dubare û bêcezahiştina sûcdaran de fikar roj bi roj zêde dibin.
Jinek ciwan li parêzgeha Helebê ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), îro piştrast kir ku jineke ciwan a ji gundê Lahanouta yê gundewarê başûrê Helebê, piştî ku ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşê hat, hate kuştin.
Li gorî SOHR’ê, jina ciwan dema ji karê xwe yê li atolyeyeke herêmê vedigeriya, rastî êrîşê hat. Raporên destpêkê nîşan didin ku sûc bi hinceta "şerefê" hatiye kirin. Ev bûyer careke din zêdebûna tundiya li dijî jinan nîşan dide û rêxistinên mafên mirovan daxwaza tedbîrên hişktir û hesabpirsînê dikin da ku sûcdar ji cezayê nerevin.
Bûyereke Din a Kuştinê Li Suweydayê
Di bûyereke din de, li gorî raporên destpêkê, jineke 22 salî bi navê Dela’a Merhej El-Cermanî li parêzgeha Suweydayê bi guleyan hate kuştin. Nasnameya sûcdar hîn nayê zanîn. Li gorî çavkaniyên medyayê, jina ciwan dema ji bo dermankirinê dihat veguhastin nexweşxaneyê, ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Li Sûriyeyê di 359 bûyeran de 391 kes hatin kuştin
Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, hejmara sûc û kuştinên ku ji destpêka sala 2026’an vir ve li parêzgehên cuda yên Sûriyeyê hatine tomarkirin, gihîştiye nêzî 359’î. Di encama van bûyeran de 391 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku di nav wan de 31 zarok, 52 jin û 308 mêr hene.