‘Li Sûriyeyê deng û hunera jin hedef tê girtin’

Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Reqayê Semar El-Cuma da zanîn ku li Sûriyeyê hedefgirtina hunermendên jin xeteriya li ser hunerê nîşan dide û got ku "Hewl didin dengê rastiyê têk bibin."

NÛR EL-EHMED

Reqa – Ji ber ku feraseta tundrew a cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) desthildariya Sûriyeyê bi dest xistiye, berhemên hunerî û pêşengên wan dibin hedef. Ev jî pêşeroja Sûriyeyê ya çandî û hunerî ku bi wan navdar e, dike xeterê. Her wiha kuştina jinan jî ranewestiyaye. Herî dawî qetilkirina hunermenda Iraqî Diala El-Wadî û mûzîkvana ciwan Ghina Hilal bû sedema nerazîbûnan.

Hunermend Diala El-Wadî ji malbateke hunermend a navdar e. Ew keça muzîkjen Salhî El-Wadî ye. Salhî El- Wadî damezrînerê Enstîtuya Bilind a Muzîkê ya li Şamê ye. Di 3'yê Tebaxê de Diala di êrîşeke çekdarî ya ku tê gotin armanca êrîşê dizî bû de, qetil kirin. Cenazeyê wê li mala xwe ya li taxa El-Malikî ya Şamê hat dîtin.

‘Hewl didin dengê rastiyê têk bibin’

Rêvebera Navenda Hîlala Zêrîn a kantona Reqaya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semar El-Cuma da zanîn ku bûyerên hedefgirtina hunermendên jin, di nav jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dibe cihê fikar û tirsê û wiha got: "Hedefgirtina hunermend Diala El-Wadî û Ghina Hilal, hedefgirtina kesayeta jinan e. Armanca wan bêdengkirina dengê rastiyê ye. Em van sûcên ku zagonên mirovî binpê dikin şermezar dikin. Em vê kiryara sûc a li dijî hunermendên jin red dikin. Tenê sûcê wan ew bû ku peyamên civakê û dengê wan bi hunera xwe digîhandin cîhanê."

Hedefgirtina hunermendan xeteriyên li ser hunerê nîşan dide’

Semar El-Cuma diyar kir ku huner û çand peyameke aştiyê ya hêja û rêbazek ji bo belavkirina rastiyê û veguhestina dengê rastiyê ne. Semaar destnîşan kir ku huner pirsgirêkên civakî çareser dike û wiha berdewam kir: “Jin aştîxwaz in, ji ber vê yekê tên hedefgirtin da ku pêşî li belavbûna rastiyê bigirin. Çand û huner nasname û dîroka civakan diyar dikin, ji ber vê eslê civakan bi gefên li ser çanda wan tê hedefgirtin, da ku hewl bê dayîn dîroka herêmê were jêbirin û were kontrolkirin û bindestkirin. Piştî hilweşîna rejîma Baasê û hatina cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam a ser desthilatê. li Sûriyeyê bûyerên kuştin, binpêkirin, kaos û bêserûberiya ewlehiyê bi awayekî berbiçav zêde bûne. Herî dawî jî kuştina hunermend Diala û muzîkjen Ghina ji aliyê kesên nenas ve bû. Ev jî xetereyek rastîn li ser rastiya hunerê ya li welêt nîşan dide."

'Dixwazin ku têlên rastî û jiyanê qut bikin'

Semar feraseta ku ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve tê meşandin, bi feraseta DAIŞ'ê pênase kir û wiha got: "Huner û çand di dema desthilatdariya terorîst a DAIŞ’a li ser herêmê de rastî gelek binpêkirin û tepeseriyan hatin. Îro jî heman senaryo ji aliyê Heyet Tehrîr El-Şam ve, bi heman feraseta tundrew, bi riya sûc û qirkirina li dijî mezheban tê dubarekirin. Armanca wan, qutkirina têlên rastî û jiyanê ye."

Vejîneke çandî û hunerî ya bi pêşengiya jinan

Semar El-Cumaa bal kişand ser rastiya hunerê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Em di bin sîwana Netewa Demokratîk de dijîn. Ew jî girîngiyek mezin dide çand û hunerê û beşdariya jinan zêde dike. Herêmê bi pêşengiya jinan û bi riya pênûs û dengê hunermendên jin vejîneke çandî û hunerî bi dest xistiye. Sûriye wek welatek pirrengiya çandî û hunerî tê nasîn ku elîtek mezin ji hunermendên jin û mêr dihewîne. Ji ber vê em li ser rastiya çand û hunerê ji bo pêşeroja welêt bi fikar in, bi taybetî di bin serweriya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam de. Divê jinên Sûriyeyê teslîmî van êrîşên ku dixwazin îrade û hêza jinên azad têk bibin nebin û rê li ber kariyera wan a hunerî bigirin. Ji ber vê em soz didin ku em ê riya Diala, Ghina û Tala bişopînin û rêwîtiya wan a hunerî di veguhestin û belavkirina dengê rastiyê de temam bikin."