Li Sûdanê zêdetirî 18 milyon zarok ji dibistanê bêpar mane

Rêxistina mafên zarokan UNICEF’ê ragihand ku li Sûdanê zêdetirî 18 milyon zarok ji dibistanê bêpar mane.

Navenda Nûçeyan – Sûdan ji ber şerê berdewam di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku rê li ber gihandina alîkariyên mirovî ji bo kampên penabera digre, rastî krîzeke mezin tê.

Di roja 12’ê Tebaxê de, nûnerê UNICEF’ê yê Sûdanê ragihand ku zêdetirî 18 milyon zarok li Sûdanê ji xwendinê bêpar mane û da zanîn ku ew hewl didin civakê bigihîjînin derfetên xwendinê.

Komîteya pispor a xwarinê li ser xelaya li kampa Zemzem a li bajarê El Fesher ê li bakurê Darfûrê got: "Ev ne tiştekî asayî ye ku asta kêmxwariniyê ya hat ragihandin di nava sî salan de tenê sê caran hatiye ragihandin. Rewşeke pir giran heye û heta peymana agirbestê çênebe dê rewş xirabtir bibe.”