‘Li Sûdanê zêdetirî 10 milyon kes ji cih û warên xwe bûn’

IOM’ê ragihand ku li Sûdana şerê navxweyî lê dewam dike, hêjmara mirovên ji cih û warên xwe bûne 10 milyon derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan – Berdevkê Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî (IOM) Mohammedali Abunajela, derbarê krîza koçberiyê ya li Sûdanê de daxuyaniyek da. Mohammedali Abunajela destnîşankir ku li Sûdana pevçûn diqewimin, hêjmara mirovên ji cih û warên xwe bûne 10 milyon derbas kiriye û got: “Zêdetirî 2 milyon Sûdanî çûne derveyî welat, piraniya wan jî derbazî welatên cîran Çad, Sûdana Başûr û Misrê bune.”

Pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku di Nîsana 2023’an de dest pê kiribûn, zêdetirî salekê ye berdewam dike. Li gorî NY, di encama şer û pevçûnên li Sûdanê ku mezintirîn krîza koçberî û birçîbûna cîhanê lê tê jiyîn, zêdetirî 16 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 25 milyon kes jî hewcedarê alîkariyên mirovî ne.