Li Sûdanê tundiya li ser jinan zêde dibe

Di du bûyerên vê dawiyê de ku civaka Sûdanê hejand, du bijîşkên jin ji aliyê hevjînê xwe yên berê ve hatin qetilkirin. Ev sûc gelek pirsan li ser zêdebûna kuştina jinan û sedemên bingehîn derdixin holê.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Di 18'ê Tebaxê de, Dr. Rawaa Alaa El-Dîn ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li Bajarê Pizîşkî yê Merowe bi 16 derbên kêran hat kuştin. Vê bûyerê li Sûdanê bû sedema nîqaşeke berfireh. Nêzî mehek beriya vê bûyerê jî medyaya dîjîtal bi nûçeya kuştina bijîşkeke jin û xwişka wê ji aliyê hevjînê wê yê berê ve li Erebistana Siûdî hejiya. Êrîşkar bi amûrekî tûj êrîşî wan kir û ew di cih de kuştin. Piştî ku êrîşkar êrîşî wan kir, dayîk û du xwişkên wan jî rakirin nexweşxaneyê.

Di demeke ku daxwazên ji bo zagonên bi bandor û edaletê têkildarî sûcên tundiya li dijî jinan zêde dibin de, li Sûdanê sûcên tundiyê zêde dibin. Ji êrîşa fizîkî bigre heya kuştinê, ewlehiya jinan dixe xeterê û pêşketina wan di civakê de asteng dike.

Êrîşên dubare yên li ser jinan

Psîkologek ku ji bo Wezareta Tendirustiyê ya Dewleta Bakur dixebite û endama Komeleya Plankirina Malbatê ye, Ezhar Îbrahîm xemgîniya xwe ji ber zêdebûna kuştina jinan li Sûdanê anî ziman û got: "Ev bûyerên bi êş helwestek cidî hewce dikin. Stresa psîkolojîk a ji ber pevçûnan yek ji faktorên herî berbiçav e ku sûcan diafirîne. Koçberî û nelihevhatina rewşenbîrî di nava civakê de jî beşdarî guhertinên reftarî û stereotîpîk bûne. Em ji bo Sûdana nû hêvî dikin ku jinan bihêz bike û mafên wan bi bandor û domdar biparêze."

Nehevsengiya di têkiliya zewacê de

Seroka Yekîtiya Giştî ya Jinên Sûdanî ya li eyaleta Bakur, Basmat Şerîf bawer dike ku êrîşên dubare yên vê dawiyê li ser jinan di encama nebûna hevsengiya di têkiliyên zewacê de û wiha li gotinên xwe zêde kir: "Nebûna teqdîrkirina hevbeş û wekheviyê di gelek aliyan de dikare bibe sedem ku hinek mêr xwe bêbext û xemgîn hîs bikin ku bandoreke neyînî li ser tevgerên wan dike û wan ber bi sûcên tundî yên li dijî jinan ve dibe. Ev perspektîf hewldanek e ji bo fêmkirina sedemên psîkolojîk û civakî yên li pişt dubarebûna van sûcan. Em bi hêvî ne ku lêkolînên taybet li ser kuştina jinan werin kirin. Bi armanca têgihîştina sedemên wan û kêmkirina dubarebûna wan. Divê mêr serkeftin û serxwebûna jinan qebûl bikin û red nekin."

Nebûna hişmendî û zanebûnê

Malaz Salah El-Dîn ku li nexweşxaneya zilamekî hevjîna xwe ya berê lê kuştiye dixebite, diyar kir ku dubarebûna bûyerên kuştinê jinan xetereyek mezin çêdike ku aliyên civakî, psîkolojîk û çandî yên kûr digre. Malaz Salah El-Dîn tekez kir ku nebûna hişmendiya têrker li ser van pirsgirêkan dibe sedema zêdebûna wan û got: "Ji bo pêşîgirtina li sûc divê çareseriyên lezgîn werin dîtin. Lidarxistina perwerdeyên hişyarkirinê gelek girîng e. Dubarebûna van sûcan bi şer ve girêdayî ne ku dibe sedema stresa psîkolojîk û civakî."

Daxwaza derxistina zagonek ji bo astengkirina van bûyeran

Rojnamevan û pispora dozên kuştinê, Eyat Fadil destnîşan kir ku kuştina jinan ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve li Sûdanê bûye bûyereke dubare û tekez kir ku ev sûc bi tesadufî çênabin û wiha sedemên vê bûyerê bi lêv kir: "Gelek sedem di nav de parastina qels a zagonî ji bo jinan her wiha çavnebarî û daxwaza tolhildanê heye ku ev bûyer dubare dibin. Nakokiyên têkildarî mafên zarokan jî dibin sedema gurkirina van sûcan. Ji bo misogerkirina parastina jinan û pêşvebirina edaleta malbatê, pêdivî bi nirxandineke cidî ya pergala hiqûqî û civakî heye. Ji bo sînorkirina van sûcan parastina tavilê ji bo mexdûran, bi tundî sepandina zagonê û bicihanîna destwerdana civakî divê hebe."