Li Sûdanê tundî kûrtir dibe û bi sedan kes di bin xeterê de ne

Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku li bajarê Fasher ê Sûdanê ji ber tundiya ku her diçe kûrtir dibe 800 hezar kes di xeterê de ne.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê pevçûna di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku zêdetirê saleke didome, li welat bû sedema xeteriya xelayê.

Rayadarên payebilind ên Neteweyên Yekbûyî, îro piştrast kirin ku li bajarê El Fasher ê Sûdanê ji ber rûbirûbûna xelayê û kûrbûna tundiyê nêzî 800 hezar kes di bin xetereya cidî de ne û divê bi lezgînî tiştek were kirin.

Berpirsa Karûbarên Siyasî ya Neteweyên Yekbûyî Rosemary DiCarlo, ragihand ku şerê di navbera Hêzên Pişgiriya Lezgîn û artêşa Sûdanê yê li seranserê Darfûrê didome, bûye sedema pevçûnek bi xwîn, nêzî El Fashera paytexta Darfura Bakur bûue. Hat diyarkirin ku 25 milyon kes hewceyê alîkariya mirovî ne û nêzî 8 milyon kes jî ji cih û warên xwe bûn.

Bi hezaran kes koçber bûn

Serokê Daîreya Operasyon û Parastinê ya Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku li bajarê Fasher tundiya ku gefê li 800 hezar sivîlan dixwe, bûye sedema koçberbûna zêdetirê 36 hezar kesan û 9 milyon kes jî li bajaran dimînin û da zanîn ku li Darfurê pêdivî bi alîkariya mirovî heye.

Di dawiya meha Adara borî de, rêxistineke kurewî ya bi ewlekariya xurekê re eleqeder dibe û ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve tê piştgirîkirin, da zanîn ku Sûdan li ber xelayê ye û destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina mirina mirovan û xirabûna hemû rewşan biryara rawestandina şerê li welat bê dayîn.