Li Sûdanê şewba kolerayê her ku diçe zêde dibe

Li Sûdanê şewba kolerayê her ku diçe belav dibe. Hejmara kesên ji şewbê bandor bûne bû 48 hezar û 598. Hate ragihandin ku 258 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê şewba kolerayê her ku diçe belav dibe û gefê li tendirûstiya gel dixwe. Di daxuyaniya Wezareta Tendirûstiya Sûdanê de hate ragihandin ku bi giştî hejmara kesên ku ji şewbê bandor bûne bûye 48 hezar û 598, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 258. 

Di destpêka meha Hezîranê de ji ber baranê lêhî rabû, ev jî bû sedem ku kolera bi lez belav bibe. Ji bo şewb hê zêdetir rê li ber windahiya canî veneke rayedarên Sûdanê, di 12’ê Tebaxê de bi fermî kolerayê weke şewb îlan kir. Lê belê ji ber di astek mezin de binesaziya tendirûstî ya li welat zirerê dît, têkoşîna li dijî şewbê zehmet e.

3,4 milyon zarok di bin metirsiya şewbê de ne

Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya Netewên Yekbûyî (NY) di daxuyaniya 1’ê Cotmehê de, diyar kir ku li Sûdanê 3,4 milyon zarok di bin metirsiya şewbê de ne. UNICEF jî di çarçoveya têkoşîna bi şewbê re, di 5’ê Cotmehê de 1,4 milyon derziya kolerayê şandibû welat.

Li Sûdanê ku di bin siya şer de ye, ji ber sîstema tendirûstiyê bi bandor naxebite, belavbûna nexweşiyên şewbê yên weke kolera, şertê jiyanê yê gel girantir dike. Pispor ji bo zêdekirina alîkariyên navnetewî hişyarî didin.