Li Sûdanê şer dijwar dibe: Li Darfûrê pêla nû ya koçberiyê
Li herêma Darfurê, ji ber zêdebûna bûyerên tundiyê û şer pêla koça komî zêde dibe. Li gel zêdebûna êrîş û êrîşên hewayî, krîza mirovî kûr dibe, bi hezar sivîl ji ber lêgerîna li cihek ewle naçarî koçberiyê dibin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûdanê ligel dijwarbûna şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RFS) de, li giştî welat pêla nû ya koçberiyê tê jiyîn. Tevî hişyariyên navneteweyî, xeteriya hilweşîna ewlehiya xwarinê û krîza mirovî didome.
Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di daxuyaniya xwe ya duho ya 22’ê Cotmehê roja Çarşemê de ragihand ku tenê di nava du rojan de zêdeyî hezar kesan ji bajarê Faşir ê girêdayî eyaleta Bakurê Darfûrê, reviyane herêma Tulayle. Li vê herêmê ji ber şerê dawî pêla koçê bi xwe re anî.
Li gorî daxuyaniya rêxistinê, hezar û 700 kes ji ber êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn herêm terikandine. Ev êrîş bûn sedema mirina 3 kesên ji heman malbatê.
Ev geşedan piştî çend rojên ku IOM di navbera 15-19’ê Cotmehê de ragihand ku ji Faşirê 1.510 kesan koç kirine, hatin. Ev rewş nîşan dide ku ligel xirabbûna rewşa ewlehiyê bi lez, koça girseyî di asta fikarê de zêde bûye.
Mirov ji birçîbûnê dimirin
Li aliyê din, ji ber xirabbûna şertên jiyanê, Komîteyên Berxwedanê yên Faşirê, têkildarî krîza birçîbûnê ku li bajarên mezin de wekî “banga dawî” dinirxînin, hişyariyek belav kirin. Diyar kirin ku mirina mirovên ji birçîbûnê êdî bûye dîmenekî fêr bûyî.
Ev hişyarî, di siya nîşaneyên ku hilweşîna ewlehiya xwarinê diyar dikin de hat. Pêkneanîna pêwîstiyên bingehîn û bi taybetî ji van krîzan herî zêde zarok bandor dibin, balê dikişînin.
Bi hezaran kes koç kirin
Li giştî Sûdanê bi zêdebûna tundiyê re, xebatên alîkariya mirovî jî têkildarî xirabbûna rewşa ewlehiyê hişyariyên nû kirin. Hate diyarkirin ku rayedar û sivîl rûbirûyî gefên ku zêde dibin û ji bo peydakirina cihên ewle bi awayekî girseyî revê didomînin.
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku di rojên dawî de li eyaletên Bakur û Rojavayê Darfûrê şer bi awayekî diyar zêde bûye. Di raporên ku ji qadê tên de êrîş bi ÎHA’yan têne kirin û li gelek herêman êrîşên dijwar têne jiyîn.
Di rojên borî de di yek ji van êrîşan de, bazara bingehîn a bajarê Sarf Umra ya li Bakurê Darfûrê hate hedefgirtin û herî kêm 7 sivîl mirin. Di êrîşên giran ên li El-Cuneyne ya paytexta Rojavayê Darfûrê de, windahiyên sivîlan çêbûn, lê belê hejmara mirî û birîndaran hîn eşkere nebûye.
Rayedaran destnîşan kir ku ev parçeyek ji êrîşên domdar e û ev jî êşên sivîlan du qat kiriye.
Li gorî texmînên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî, tenê di hefteya borî de ji Bakurê Darfûrê zêdeyî 3 hezar kesan koç kirine. Ji van 1.500 ji bajarê Faşirê yê di dorpêçê de ne, yên din jî 1.500 ji herêma Abu Gumre ku di demên dawî de şer cardin lê geş bûye, derketine.
Ev dane xala xeter a krîza mirovî li Darfûrê radixwe ber çavan. Di bin siya tundî û êrîşan de, gel di şertên zor de ji bo jiyanê têdikoşin.