Li Sûdanê koçber li dijî birçîbûn û zehmetiyên zivistanê têdikoşin
Ji ber pevçûnên li Darfur û Kordofana Başûr, bi hezaran malbat neçarî koçberiyê bûn. Mirovên ku malên xwe yên hilweşiyayî li pey xwe hiştin, li kampan û dibistanên ku tu derfetên bingehîn tunene, bi serma, birçîbûn û nexweşiyê re rûbirne.
MERVET EBDULQADIR
Sûdan – Mirovên sivîl ên rastî îşkenceyê hatine, birçî û bêwar ji ber meşa bi rojan domiyaye, ji hal ketine. Sûdaniyên ku eyaletên bakur ên Sûdanê yên ji ber pevçûnan veguherîne dojehê direvin bê cih û war in, bi lêgerîna cihekî bi ewle, xwarin û cihek lê bimînin her carê koçberî herêmek dikin. Rêwîtiyên be navnîşan û nediyar ên ku bi rojan û hefteyan didomin… Ji bo ku neyên dîtin û nebin hedef di tarîtiya şevê de, bi cilên reş derdikevin rê.
Rewşa li eyaletên Darfûra rojavaye Sûdanê her diçe xirabtir dibe. Piştî ku kontrola heremê ket destên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) gel ji bo canê xwe rizgar bike, ket ser riyan.
Bi hezaran kesan ji Darfûr û El Faşêra Kordofana Başûr û Ed-Dilingê berê xwe dan peytexta Kordofana Bakur El-Obeydê. Bi hezaran mirov ji bo ku xwe ji sermaya hişk a zivistanê biparêzin li dibistanan bi cih bûn.
Ajansa me li wan dibistanan geriya, rewşa trajîk a kesên ji cih û warê xwe bûne ji nêz ve şopand. Zarokên pêxsas, tazî, westiyayî ji sermayê dilerizin, bi şewbê û enfeksiyonên sing re têdikoşin. Hinek ji wan bi malbatên xwe re nû gihîştine El-Ubeydê, hinek ji wan jî bê malbat in; malbatên hinekan ji wan hatine kuştin, dayîkên hinek ji wan bi armanca koletiya zayendî hatine revandin.

Bi girêdana çend perçe qumaşan li quncikek dibistanê bi cih bûye
Li dibistanek li El-Obeydê em bi Ardullah Salih Ebdulresûl ê ji El-Faşêrê koçber bûye re axivîn. Ardullahê ku piştî meşa bi rojan gihîştiye El-Obeydê, ji ber zêdebûna mirovan û tunebûna cih cih di tu poleke dibistanê de nedîtiye. Ji bo ku xwe û zarokên xwe ji sermayê biparêze li korîdorê çend perçeyan bi hev re girê daye û cih ji xwe re çêkiriye.
Ardullah Salih Abduresul, diyar kir ku piştî pevçûnên dijwar ên li El-Faşerê û kontrola Hêzên Piştgiriya Lezgîn neçar maye bi zarokên xwe re mala xwe biterikîne. Ardullah dibêje ku mala wan di êrîşan de bi temamî hilweşiyaye ew bi saxî rizgar bûne û got ku ji El-Faşêrê di mercên gelek zor de, tî, birçî û di nava êrîşan de derketine.
Her wiha diyar dike ku di dema rêwîtiyê de ew û kesên pê re rastî gelek binpêkirinan hatine; ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve rastî heqart û lêdanê hatine û wiha domand: “Wan hêzan hemû tiştên ku me bi xwe re dibin desteser kirin, heta cilên li ser me jî girtin, tu tişt ji me re nehiştin. Ava ku bi me re bû jî ji me girtin. Ez ducanî bûm lê ji ber derb, îşkencei birçîbûn û meşa bi rojan jiberçûn çêbû vê rewşê bû sedem ku di rehma min de pirsgirêkên mezin derbikevin.”

Di dema rêwîtiyê de dîtina cenazeyên li ser riyan û destdirêjiya li dijî jinan
Ardullah Salih Abduresûl hovîtiyên ku di dema rewîtiyê de dîtine bi xemgînî wiha vegot: “Em di kolanên ku tije cenazeyên mirovan bûn de dimeşiyan. Cenazeyên jin, zarok û mêran hebûn. Hemû ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve hatibûn kuştin. Li ber çavên me destdirêjî li jinan hat kirin. Hevalek me jî rastî destdirêjiyê hat, wê revandin, birayê wê kuştin û cenazeyê wî li devê rê hiştin. Ev hemû li ber çavên zarokên biçûk hatin kirin. Zarok, ji dayîkên wan ên ku hatin revandin hatin veqetandin.”
Ardullah Salih Abduresul, behsa tiştên ku li dibistana El-Obeyd jiyane kir da zanîn ku rojê carek xwarinê didin wan, pêdiviyên bingehîn pir kêm in û bal kişand ku ji ber derman tunene êşên gelek giran dikşîne.
Rêwîtiya bi roj û hefteyan
Li gorî Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî, ji ber koçberiya bi hezaran mirovên ji ber pevçûnên li Kordofana Başûr û Darfurê li Sûdanê her diçe pêdiviyên alîkariya mirovî zêdetir dibin. Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM) jî ji payetxta eyaleta Sûdana Rojava Kaduglî bajarokên Ed-Dilling û El-Kuvekê bi hezaran kes koçberî eyaleta Nîlê Spî bûne.
Li gorî raporên herêmî, gelek ji wan jin û zarok, nêzî 1.600 kes di riyên ji Sûdana Başûr derbas dibin de piştî rêwîtiya hefteyek gihîştine bajarê Kostî yê li Eyaleta Nîlê Spî. Her wiha hat diyarkirin gelek ji wan kesan şok bûne; bê cih, bê derman û bêxwarin mane.
Li gorî NY’ê di rojên dawî de 3 hezar kes ji herêma Kordofanê koçî herêma Îda ya Sûdana Başûr bûne. Her wiha 2.500 kes ji Kordofan û Darfûrê koçber bûn, gihîştin bajarokê El Few ê Eyaleta Gedaref ku dikeve rojhilatê Sûdanê.

Trajediya koçberiyê ya li Eyaleta Bakur zêde dibe
Kampa El Afad a li Eyaleta Bakur a dikeve bakurê Sûdanê, 15 hezar kesên ku ji Darfûrê hatine dihewîne. Tevî alîkariya ji saziyên navneteweyî û herêmî jî xarina ji bo mirovên li kampê kêm e. Ji ber sermaya zêde ya herêmê, nexweşiyên sermagirtin, zêdebûna agirê bedenê û şewbê belav dibin. Li kampê her wiha tuwalêt û binesaziya sanitasyon tune ye; kombûna zibaleyan nexweşiyan çêdike û derman jî gelek kêm in.

Tirsa ji ber zêdebûna koçberî û pevçûnên li Kordofana Bakur
Ji Darfur û Kordofana Başûr gelek kesên ku ji warên xwe koçber bûne, di serî de bajarên El-Obeyd û Er-Rahad, xwe spartine Eyaleta Kordofana Bakur lê li eyaletê jî hinek caran pevçûn çêdibin. Ji ber wê tirsa koçberan ew e ku careke din li Kordofana Bakur pevçûn dest pê bikin.
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koça Navneteweyî (IOM) komên li qadê, texmîn dikin ku ji ber xirabûna rewşa ewlehiyê, ji bajarê Kadugliyê bi sedan kes koçber bûne. Kesên koçber li cihên cuda yên navçeyên Er-Rahad û Şîkan ên li Eyaleta Kordofana Bakur belav bûne. Rêxistinê bal kişand ku rewş heta tu bibejî nebaş bi aloz e.
Li gorî Odeya Rewşa Lezgîn Ebu Cebeyha, gelek ji wan malbatan, pêşî gihîştine kampa Îda ya li Sûdana Başûr, dûre ji ser El-Lîrî vegeriyane Ebu Cebeyhayê. Nêzî ji %90 kesên ku çend rojan li wir mane, ji aliyê rêxistin û saziyên xêrxwaz ve hatine destekkirin û dûre çûne Eyaleta Nîlê Spî. 57 malbatên ku mane (267 kes) jî cihekî ku biçinê nedîtine ji ber vê rewşê bang li saziyan hat kirin ku navendên bicihbûn û kamp werin avakirin.