Li Sûdanê ji ber şîdetê û rewşa aborî rêjeya hevberdanê zêde bûye

Bi şerê navxweyî yê li Sûdanê re, rêjeya hevberdanê her diçe zêde dibe. Li welat di nava saetekê de 11 dozên hevberdanê tên dîtin. Sedemên sereke yên hevberdanê jî şîdeta mêr û krîza aborî ye.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan- Şerê navxweyî yê li Sûdanê didome, li ser jinan bandorên xirab çêdike. Jin di dema pevçûnan de rastî şîdeta zayendî, tecawiz û her cure êrişan hatin.

Ji ber şer gelek jin, ji malên xwe û malbatên xwe veqetiyan û ketin rewşa penaberan. Ji ber vê rewşê, nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn jî bi cih bînin. Şer weke din jî derfetên xebatê ji bo jinan kêm dike û dibe sedem ku nikaribin bixebitin, di warê aborî de serbixwe bin. Ji ber şerê heyî, derfetên perwerdeyê jî kêm bûne, ji ber girtina dibistanan û tunebûna ewlehiyê, zarokên keç nikarin perwerde bibînin. Her wiha jin di warê gihîştina xizmetên tendirurstiyê de zehmetiyên mezin dikşînin. Ev rewş, bi taybetî ji bo jinên ducanî û di dema zayînê de xeterên jiyanî bi xwe re tîne. Travmayên ku ji ber şer çêbûne, tendirustiya derûnî ya jinan ji aliyê neyînî ve bi bandor dike, mirin, veqetîn û rewşa nediyar pirsgirêkên derûnî zêdetir kiriye.

Van pirsgirêkan, li ser jiyana rojane ya jinên li Sûdanê û pêşeroja wan gefê dixwin. Ji bo parastin û piştgirîdayîna mafên jinan, her çendî hewldanên navneteweyî girîng bin jî saziyên navneteweyî û welat, li dijî şer û bûyerên li Sûdanê diqewimin bêdeng in.

Şerê navxweyî gelek malbatan ji hev belav kir. Rêjeya hevberdanê, dema ku bi beriya şer re were muqayesekirin, pir zêde bûye. Li welat sedemên sereke yên hevberdanê krîza aborî û şîdeta mêran a zêde bûye tên dîtin.

Şer krîza aborî û şîdeta mêr...

M.A. ku nexwest navê xwe bibêje, got ku piştî şer, pirsgirêkên bi hevjînê xwe re dijiya zêde bûne, diyar kir ku hevjînê wê ji ber şer ji karê xwe bûye û wê jî kar ji xwe re nedîtiye. M.A. diyar kir ku vê rewşa li ser jiyana wan a rojane bandorê çêkiriye, bûye sedema nîqaşên mezin loma di encamê de hev berdane û bal kişand ku şîdet zêde bûye.

Parêzer Îkbal Îbrahîm a ku em li ser mijarê pê re axivîn jî bal kişand ku piştî şer rêjeya hevberdanê, bi qasî ku ‘neyê hejmartin’ zêde bûye. Îkbal Îbrahîm got ku şerê di 15’ê Nîsana 2023'yan de dest pê kir, zehmetiyên malbatan zêdetir kiriye û diyar kir ku vê yekê jî bi rêjeya hevberdanê xwe daye der.

‘Malbat nikarin pêdiviyên xwe jî pêk bînin’

Pispora xizmetên civakî Teqwa Mubarek jî diyar kir ku piştî şer bûyerên hevberdanê, bûne pirsgirêkek cidî û ev rewş bi rewşa aborî re jî têkildar e. Teqwa Mubarek wiha got: “Gelek malbat, ji heremên ku şer li wan heye, koçberî bajarên din dibin, neçar dimînin bi xizmên xwe yên nêz re bimînin, ev yek jî bûye sedema zêdebûna nufûsê. Her kes ji hînbûyîn û jiyana xwe bêpar maye, ev yek jî dibe sedema pevçûn û zextên derûnî. Gelek kes ji ber ku ji mal û karê xwe bûne, nikarin pêdiviyên xwe yên malbatî bi tu awayî bi cih bînin.”

Her saetê 11 dozên hevberdanê tên dîtin

Li gorî rapora Rêxistina Xebatên Civakî û Pêşxistinê Labnayê, di sala 2023’yan de li Sûdanê rêjeya hevberdanê bûye 96 hezar, ev rêje li gorî salên berê ji sedî 36 zêde bûye. Li Sûdanê her saet 11 dozên hevberdanê tên dîtin û mehê bi giştî ji 8 hezarî zêdetir kes hev berdidin. Krîzên ku ji ber şer çêdibin, li welat standardên jiyanê kêmtir kirine.