Li Sûdanê êrîşên bi balafirên bêmirov sivîl û binesaziyê hedef digrin

Neteweyên Yekbûyî (NY), bal kişand ser bandora wêranker a zêdebûna êrîşê bi balafirên bêmirov (ÎHA) yên li ser sivîl û binesaziyê li Sûdan û herêma Abyeî û tekez kir ku bi êrîşan yasayên navneteweyî tên binpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Aliyên şer ên li Sûdanê, piştî zêdebûna xeternak a êrîşên bi balafirên bêmirov (ÎHA) ku bi taybetî sivîl û tesîsên girîng ên wekî nexweşxane û stargehan hedef digrin, bi zextên navneteweyî û sûcdariyên pêkanîna tawanên şer re rûbirû ne.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY,) di daxuyaniya xwe ya duh de êrîşên bi ÎHA yên ku di 19’ê Cotmehê de li herêma Abyeî çêbûn şermezar kir. Sekterê NY’ê, ragihand ku di êrîşan de jin û zarok jî di nav de bi dehan sivîl mirine û li nêzî bazarên Amiet û Todachê jî gelek kes mirine yan jî birîndar bûne.

Banga hesabpirsînê

Sekreterê Giştî yê NY’ê, tekez kir ku hedefgirtina sivîlan li gorî yasayên navneteweyî qedexe ye û bang li hikûmetên Sûdanê û Sûdana Başûr kir ku pêşî li zêdebûna rageşiyê bigrin, statuya bêçek a herêmê biparêzin û hesabpirsînê misoger bikin.

Sekreterê NY’ê, êrîşên bi ÎHA’yan li Sûdanê lş bazareke li Kordofana Rojava, deverên niştecihbûnê li Xartûm û Darfûra Başûr û santraleke elektrîkê ya li Tendeltiyê hedef girt şermezar kir û bandora wêranker li ser sivîlan û binesaziyê destnîşan kir.

Sekreterê NY’ê, tekez kir ku li gorî yasaya mirovî ya navneteweyî divê sivîl û binesaziya sivîl werin parastin û di tu şert û mercan de neyên hedefgirtin, ji hemû aliyan xwest ji bo parastina binesaziya ku ji bo domandina jiyana wan girîng e tedbîrên pêşîlêgirtinê bigrin.