Li Sûdanê 650 hezar zarok ji ber kêmxwariniyê nexweş in
Li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî, tê payîn ku li Sûdanê nîvê zarokên ku ji kêmxwariniya zêde êşê dikişinin, bêyî destwerdana mirovahî ya bilez jiyana xwe ji dest bidin.
Navenda Nûçeyan - Li gorî ajansên Neteweyên Yekbûyî, tê payîn ku li Sûdanê nîvê zarokên ku ji kêmxwariniya zêde êşê dikşînin, bêyî destwerdana mirovahî ya bi lez jiyana xwe ji dest bidin.
Nûnerê UNICEF’ê yê Sûdanê yê Neteweyên Yekbûyî Mandeep O'Brien di civîneke çapemeniyê de li Cenevreyê wiha got: “650 hezar zarok tûşî kêmxwariniya giran bûne û ger neyên dermankirin dê nîvê wan bimrin. Karkerên alîkariyê yên dêrîn rewşa li wir wekî krîzek bêmînak bi nav kirin. Xizmetên tenduristiyê yên bingehîn, ava paqij, paqijî û perwerdeya me bi rêjeyek mezin kêm in, mixabin li Sûdanê di navbera 2019 û 2021’an de vakslêdana rûtîn kêm dibe.”
Rêveberê Welatê WFP li Sûdanê Eddie Rowe wiha axivî: “Tevliheviya siyasî ya domdar di heman demê de strukturên piştgiriya dewletê ji bo malbatan qels kiriye. Niha Bernameya Xwarinê ya Cîhanî pêşbînî dike ku ji destpêka demsala birçîbûnê ve her roj derdora 15 milyon mirov birçî bimînin. Em niha nirxandinek dikin ji ber ku nîşaneyên me pêşbînî dikin ku ev hejmar di dawiya vê mehê de bibe 18 milyon. Em hê jî bi bûyerên tundiyê û nakokiyên navbera eşîran re rû bi rû ne. Şerê Ukraynayê jî bandorek pir mezin kir. Bêîstiqrariya siyasî ya li welat îsal bû sedema qeyraneke mirovî ya nedîtî.”