Li Sûdanê 25 milyon mirov hewcedarên alîkariya mirovî ne

Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Jens Laerke, ragihand ku li Sûdana ji ber şerê navxweyî yê berdewam dike, nêzî 25 milyon mirov hewcedarên alîkariya mirovî ne û xela û nexweşî nêzîk dibe.

Navenda Nûçeyan- Li Sûdanê mirov bi salan e di bin siya şerê navxweyî de têkoşîna jiyanê didomînin.

Berdevkê Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) Jens Laerke û Berdevka Ofîsa Mafên Mirovan a NY’ê Shamdasan, tevlî civîna çapemeniyê ya heftane ya Ofîsa Cenevreyê ya NY’ê bûn.

Jens Laerke, diyar kir ku li Sûdanê nêzî 25 milyon mirovên ku nîvê nifûsa welat in, hewcedarên alîkariya mirovî ne û wiha got: “Xela û nexweşî nêz dibe.” Jens Laerke, bal kişand ku bi taybetî pevçûnên li eyaleta Darfûr bandorê li sivîlan dike û ragihand ku di çarçoveya plana mudaxeleya ji bo Sûdanê de armanca dikin ku xwe bigihîjînin 15 milyon mirovên ku herî zêde bi bandor bûne û piştgirî bidin. Berdevk her wiha di axaftina xwe de ji bo welat banga alîkariya zêdetir kir.