Li stargehên Xezayê jiyana jinan

Jinên ciwan ên li Xezayê di bin şert û mercên zehmet de hewl didin bijîn. Nûr Xelef a li kampê dijî, diyar kir ku pirsgirêkên sereke yên jinên ciwan negihîştina malzemeyên paqijiyê û tunebûna mahremiyetê ye.

NEXEM KERACE

Xeza- Ji ber êrîşên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li Xezayê didomin bi hezaran kes koçber bûn. Bi şer re jinên ciwan ên Fîlîstînî jî xwe li navendên stargehê dibînin. Li vir jinên ciwan bi nebûna mahremiyetê, nebûna pêdiviyên bingehîn û zehmetiyên karê giran ên rojane re têdikoşin.

Jina ciwan Nûr Xelef 7 caran neçar maye ku tevî malbata xwe ji mala xwe derkeve û ji ajansa me re behsa pêvajoya dijwar a ku li stargehan tê re derbas bû kir.

Li ser jjnên Xezayê berpirsyariyên mezin hene’

Nûr Xelef di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku  ku ew  ji bo peydakirina xwarinê di rêzên dirêj de maye, hewcedariyên bingehîn ji bo jiyana rojane peyda kiriye û di stargehên demkî de dijî û wiha got: “Fermanên valakirina bi zorê ji me re dihatin. Em gelek caran di navendên stargehên ên demkî de mane û di doreke dirêj de sekinîne ji bo em pêdiviyên rojane û girîng peyda bikin. Ez neçar dimînim rojane bi rolên gelekî giran li şûna malbata xwe rabim. Ez seatên dirêj di dora avê de disekinim û galonên giran radikim her wiha êzingan vêdixim. Ji ber nirx jî bilind in û made peyda nabin em li madeyên erzan digerin ji bo pêdiviyên malbata xwe bicih bînin. Jinên ciwan ên li vir stûna malbatên xwe ne. Li ser milê wan berpirsyariyên mezin hene."

‘Li stargehan jiyana taybet tune ye’

Nûr Xelef wiha axaftina xwe domand: “Ez hîs dikim taybetiya min tune ye. Xew ji min re bûye derdek ez nikarim rakevim û cilên rehet li min bin. Em nikarin bi azadî serê xwe jî bişûm ji ber wê azarên me zêdetir dibin. Ji ber tunebûna kehrebe û avê, em bi rêbazên berê dixebitin ji bo debara xwe bikin. Ez bi hevalên xwe re avê li ser agir germ dikim paşê dixim sîtilan û dibim serşokên hevbeş. Li vir tirs dest pê dike ji ber ku di van cihan de taybetî tune ye ji ber wê gelek jinên ciwan hene demên dirêj serê xwe naşûn. Ev yek azaran zêde dike, bi taybetî dema dewreya mehane ya her jinek ciwan bi dawî dibe dikevin tayê û nizanin çawa di rewşeke wiha taybetî de serê xwe bişûn."

‘Ez hewl didim hemû zehmetiyan derbas bikim’

Nûr Xelef di dawî de ev tişt anî ziman: “Nirx gelekî buha ne û dergeh girtî ne. Bidestxistina pêwîstiyên sereke mîna yên tenduristî gelekî zehmet dibe. Em di atmosfereke ne paqij de bi gelek mirovan re bi hev re dijîn. Mafên me weke mirov tune ye. Di van rewşan de jin nikarin alavên şexsî û tenduristî bi dest bixin ji ber wê nexweşî belav dibin. Tu bijarte li pêşiya min tune ye. Divê em li ber xwe bidin. Jinên Filistînî weke çiyayan in kes nikare wan bişkîne. Ez hewl didim hemû zehmetiyan derbas bikim ji bo em bikaribin jiyana normal bijîn."