Li Somaliyê êrîşa bombayî

Li Somaliyê di du êrîşên bombayî yên li cihên cuda hatin kirin de di navê de parlementer Amine Muhammed Abdi heyî 48 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Li herêma Beledweyne ya Somaliyê duh di êrîşên bombeyî yên ji aliyê rêxistina terorîst a El Şebab ve hatin kirin 48 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de parlamenter Amine Muhammed Abdi jî heye.

Serokê Eyaleta Hirshabelle ya Somaliyê Ali Gudlawe ragihand ku li Beledweyne di 2 êrîşên bombayî yên cuda de 48 kesan jiyana xwe ji dest dan û 108 kes jî birîndar bûn. Ali Gudlawe diyar kir ku yek ji êrîşan êrîşeke xwekujî ye, ya din jî bi wesayîteke bombebarkirî hatiye kirin.

Parlamenter Amine xwebatên hilbijartinê dikir

Di êrîşa bombeyî de parlamenter Amine Muhammed Abdi jî jiyana xwe ji dest da. Hat diyarkirin ku êrîş beriya hilbijartinên parlementoya herêmê pêk hatine û parlementer Amîne Muhammed Abdî jî xebatên hilbijartinê dimeşîne.

Serokomar Mihemed Abdullah Fermaju û Serokwezîr Mihemed Huseyîn Roble di daxuyaniyên xwe de êrîş şermezar kirin.