Li Somalî li dijî otel û peravekê êriş hate pêkanîn

Li paytexata Somalî Mogadişû di êrişa bi çek û bombeyan li dijî otel û peravê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 63 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan - Li paytexta Somalî Mogadişû li otel û peravekê êrişa bi çek û bombeyi pêkhat.

Di daxuyaniya ji aliyê berdevkê polîsên Somalî hatî dayîn de heta gotin ku; endamên rêxistina terorê  Eş-Şebab êrişî otela Bezch View û perava Lido ya li Mogadişû kiriye. Li gora daxuyaniyê kesek bi bombe li perava ku gelek sivil lêne xwe teqand, hinek êrişkar ketin otelê derdor dane ber guleyan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di êrişê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dane, 63 kes jî birîndar bûne. Agahiya ku tevî şevê hêzên ewlekariyê mudaxeleyî êrişkaran kiriye hate parve kirin. Di daxuyaniyê de hate îfadekirin ku êriş bû sedemê kaosek mezin, da zanîn ku hejmarek zêde ya birîndaran rakirine nexweşxaneyen. Derbarê êrişê de dîmenê ku di medyaya dijîtal de teyîsin, li perav û otelê hejmarek zêde cenaze û birîndar tên dîtin.