Li Sine hêzên rejîma Îranê êrişî xwepêşanderan kirin
Hêzên rejîma Îranê li bajarê Sine bi guleyan êrîşî xwepêşanderan kirin û li gora çavkaniyan tê gotin ku ciwanek temenê di bin 18 salî de hate qetilkirin.
Sine - Îro piştî bangawaziyan di roja 22 ya çalakiyên nerazîbûnên li Sine de bi amadebûna hêjmarek zêde ya hemwelatiyan çalakiyên nerazîbûnê li qadan hat lidarxistin. Vê carê çalakîyên li seranserî qadên Sîne yên koma Azadî, Sêra Şerîf Abad, taxa Hesen Abad, Tax, Sefarî, Fayîz Abad tejî bû ji xelkê.
Jin û mêran bi hevre dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Ji diktatoriyê re mirin’ berz kirin û daketin qadan û ji bo nerazîbûnên li dijî desthilatê bi erebeyên xwe li hemû bajar geriyan.
Xelk bi wêrekî daketin qadan û hêzên ewlekariyê bi gaza dijwar û teqandina guleyên şer êrîşî xwepêşanderan kirin.
Li gora zanyariyan kurek ciwan li rêya Şerîf Abad gule lê ketiye û çarenûsa wî ne diyare û zanyarî li ser rewşa wî nîne, hinek ji şahîdan dibêjin ku jiyana xwe ji dest daye.