Li Sine gel ji bo Jîna Emînî rabû ser piya

Piştî qetilkirina Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve gelê Saqizê rabû serhildanê, li Sîne jî gel bi armanca şermezarkirina Jîna Emînî herikîn qadan.

Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bertekên gel ên li dijî qetilkirina Jîna Emînî ya ji ber îşkenceya hêzên Îranê duh jiyana xwe jidest dabû, her ku diçe zêde dibe. Piştî çalakî û serhildanên li Saqizê hat lidarxistin îro li Sine jî gel rabû ser piya.

Di xwepêşandanan de dirûşmên “Ezê bikujim, ezê bikujim, yê ku xuşka min kuştiye ezê bikujim”, “Bimre dîktator”, “Ne laçikê serî, ne lêdana serî” hatin berzkirin.

Hat ragihandin ku piştî çalakiyên ku vê êvarê seat 6’an destpê kirin, hêzên rejîma Îranî êrişî xwepêşandaran kiriye û li gor agahiyên heremî qala girtina hejmarek zêde ya xwepêşandaran tê kirin.

Hat destnîşankirin ku şeva borî li bajarên Tehran, Sine û Saqizê gelek ji xwepaşndaran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.