Li Silêmaniyê pirsgirêkên perwerdehiyê hat nîqaşkirin

Bi boneya Roja Cîhanî ya Perwerdeyê li bajarê Silêmaniyê ji bo balê bikşînin ser lawazî û pirsgirêkên qada perwerdeyê bi dirûşma “Bi perwerdeyê deriyê komcivînan li jinan vedibe” komcivînek hat lidarxistin.

Navenda Nûçeyan - Duh Koma Perwerde û Rêxistina azadiyê, bi boneya roja cîhanî ya perwerdeyê, li bajarê Silêmaniyê komcivînek li salona Xak li dar xist.

Komcivîn ji bo balê bikşîne ser lawazî, pirsgirêk û aliyên erênî yên perwerdeyê bi beşdarbûna kesên pispor ên derbarê mijara perwerdeyê de hat lidarxistin. Komcivîn ji du panêlan pêk hat, di panela yekem de behsa felsefeya perwerdeyê û pêngavên ji bo pêşxistina perwerdeyê hat kirin.

Panela duyem ji aliyê Kurde Ehmed ve hat birêvebirin. Di panelê de Jîne Ezîz, D.Mumin Zelmî, Aram Sedîq mijar pêşkêş kirin û der barê xwendekarên Otîzmê de, perwerdeya di serdema nû, xwezaya perwerdeyê ya li herêma Kurdistan nîqaşan kirin.

‘Ji ber ku li Kurdistanê lêkolîn nîn e sûd ji lêkolînên derve tê girtin’

Jîne Ezedîn yek ji panelîstan, di panela duyem de der barê nexweşiya Otîzmê ya zarokan û asta hişyariyê li herêma Kurdistanê de wiha got: “Di sala 1910’an de li cîhanê nexweşiya Otîzmê hatiye naskirin. Lê belê heta sala 2013’an li herêma Kurdistanê tu lêkolînek di asta bilind de nehatiye kirin ku bikarin jê sûdê bigrin. Ji ber wê neçar dibin ku sûdê ji lêkolînên welatên din bigrin.”

Civaknas Kurde Ehmed ku moderatoriya panela duyem kir der barê komcivînê de wiha got: “Me komcivînek der barê perwerdeyê de li dar xist. Lawazî, pirsgirêk û aliyên erênî yên qada perwerdeyê me li gel panelîstên din nîqaş kirin û piraniya kesên ku beşdar bûne nîqaş kirin û fikir û têbiniyên xwe anîn ziman. Pirsgirêka perwerdeyê, giştî ye û pirsgirêka hemû kesên di nava civakê de ye. Ji ber pirsgirêka têgihandina kesên di nava civakê de û ji bo bidestxistina armancên xwe pêwîstî bi hewldanên girîng û berdewam heye.”

‘Di qada perwerdeyê de pêwistî bi guhertinan heye’

Xwendekara zanîngehê Sara Bêbak weke yek ji beşdarên komcivînê destnîşan kir ku gelek girîng e kêsên xwedî ezmûn bi komcivîn û semîneran van ezmûnan parve bikin û divê mamosteyên nû, xwendekar beşdar bibin û jê sûdê bigrin û wiha got: "Gelek caran pirsgirêkên xwendekaran ên perwerdeyê der barê wane û mijaran de heye. Ji ber wê girîng e beşdarî komcivînên wiha bibin û mijaran ji bo wan şîrove bikin, ew jî fikrên xwe bibêjin û riyên baştir di perwerdeyê de ava bikin. Qada perwerdeyê pêwîstî bi guherînan heye. Di heman demê de ji ber piştî malê, ji bo têgihîştina di nava civakê de perwerde xwedî roleke girîng e.”