Li Silêmaniyê şunwarê dîroka wê digîhêje beriya 3 hezar û 500 sal hate dîtin

Li navenda baajrê Silêmaniyê şunwarek hatiye dîtin ku dîroka wê digîhêje beriya 3 hezar û 500 salan. Ev şunwar ji aliyê şunwarnasên Kurd yên Zanîngeha Silêmaniyê ve tê kolandin.

Navenda Nûçeyan- Heşt heftene tîmek ya Zanîngeha Silêmaniyê bi hevkariya Rêveberiya Şunwaran a Silêmaniyê karê kolandina şunwarek dîrokî ku beriya 3 hezar û 500 sal e li Girê Dêkon ê li ser robarê Serçinar a Silêmaniyê dike.

Vê tîmê di salên 2016-2017’an de dest bi kolandina Girê Dêkon kir û heta niha jî didome. Heta niha gir bi qasî nîv metre hatiye kolandin, lê gelek parçeyên cûda yên dîrokî hatine dîtin.