Li Silêmanî jinek ciwan bi awayek guman jiyana xwe ji dest da

Şeva borî li bajarê Silêmanî jinek ciwan ji ber sedemek ne diyar ji avahiya 12 qat ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Îro sibehê rêveberê navenda beşa lezgîn ya Silêmanî 122 Saman Nadir ragihand ku jinek ciwan ji qata 12’an a avahiya Pak Sîte li Silêmanî ketiye xwarê û jiyana xwe ji dest daye. Li gorî zanyariyan jina ciwan 27 salî ye û xwendekara zanîngehê ye.

Cenazeyê wê ji bo otopsî û lêkolînê rakirin nexweşxaneya dadê, heta niha agahî der barê bûyerê de nehatine belavkirin û sedema mirina wê nayê zanîn.