Li Silêmanî ji bo komkirina alîkariyan li 2 navendên din sîndoq hatin danîn

Di çarçoveya pêngava komkirina alîkariya ji bo Rojavayê Kurdistanê de, li Emnesûreke û Navenda Rewşenbîrî ya Cemal Îrfan ya bajarê Silêmanî jî sindoqên alîkariyê hatin danîn.

Navenda Nûçeyan- Piştî êrîşên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê, bi sedhezaran kes ji Til Rifet û Şehbayê ku di bin dorpêça çeteyan de ma, koçî herêmên bi ewle yên Rêveberiya Xweser kirin. Li Başûrê Kurdistanê kampanya alîkariyan ji bo koçberan hat destpêkirin. Li Şengal, Silêmanî heta Kerkûkê navendên komkirina alîkariyê hatine danîn.

Beriya niha du navendên komkirina alîkariyê ku yek ji wan li Nûnertiya Rêveberiya Xwesere ya li Navenda Rewşenbîrî ya Ezedîn Resûl a li taxa Bextiyariye û navenda duyem jî Rêxistina Azadbûn a li rexa Bazara Zara ya bajarê Silêmanî, hatibûn danîn. Li gel van di heman çarçoveyê de îro li Emnesûreke ya bajarê Silêmaniyê bi beşdarbûna komek kesayetên civakê, sindoqa alîkariyê hat danîn. Welatî dikarin rojane saet ji 9’an heta 4’ê êvarê herin serdana sindoqan.

‘Divê em alîkariya Rojava bikin’

Rêveberê Emnesureke Ako Xerîb derbarê pêngavê de axivî û wiha got: “Kurdên li Rojava niha di rewşek aloz re derbaz dibin, ji ber wê divê em alîkariya wan bikin. Di vê çarçoveyê de pêngavek  komkirina alîkariya ji bo Kurdên Rojava hatiye destpêkirin. Me biryar da ku li Silêmaniyê du navendên din jî ji bo komkirina alîkariyê diyar bikin. Ew jî Emnesûreke û Navenda Rewşenbîriyê ya Cemal Îrfan ya li kolana Salim e. Ji bilî van navendên li Silêmaniyê ji bo komkirina alîkariyê hatine danîn, li bajarokên din jî navendên komkirina alîkariyê hatine danîn.”

‘Gelê Başûr dilsoziya xwe bi Rojavayê Kurdistanê re diyar kir’

Nûnera Kongra Star li Başûrê Kurdistan Roza Hesen derbarê pêngava komkirina alîkariyê ji bo Rojavayê Kurdistanê, ji ajansa me re axivî û wiha got: “Gelê Başûr bi taybetî xelkê bajarê Silêmanî, bajarok û herêmên derve bi dehan caran dilsoziya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê anîn ziman û jinan di vê pêgavê de cihên xwe girtin. Niha di vê pêngavê de tenê alîkariya pere tê girtin, ev jî ji ber gertin û nevekirina deriyê sînorî yê di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye. Ji ber wê em daxwaz dikin û hêvîdar in ku deriyê sînor werin vekirin.”