Li Serhedê mal dibin avê de man: Kesekê jiyana xwe ji dest da

Li navçeyên Erziromê û Agirî ji ber barana zêde lehî rabûn. Li navçeya Qereyaziyê Yakup Eren ê 23 ku li ber pez bû li ber lehiyê çû û jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan- Li gundên bi ser navçeyên Tatos, Qereyazî û Xorasan ên Erziromê û li navçeyên Zêtka Zêtka û Bazîdê yên Agiriyê ji ber barana zêde lehî rabûn.

Li gundên Hecîcergo, Merxok, Şem, Qilêçî û Melemihemed yên bi ser navçeya Tatosê ve ji ber barana zêde lehî rabûn. Bendava aîdî Karên Avê yê Dewletê (DSÎ) ya nêzî gundên Hecîcergo û Merxokê ji ber lehî rabû teqiya û gund di bin avê de man. Ava bendavê û lehî tevlihev bûn û avê avêt ser gundan. Di encama lehiyê de xesar gihîşt mal û axurên gundiyan. Gundiyan diyar kir ku gelek sewalên wan ber lehiyê çûne.

Li Qereyazî kesekê jiyana xwe ji dest da

Li gundê Sukanokê ya bi ser navçeya Qereyaziyê jî lehî rabû. Yakup Eren ê 23 salî ku li ber pez bû bi lehiyê re çû û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Yakup Eren ji ber bi lehiyê  çûbû li gundê Çello yê bi ser navçeya Dutaxê ya Agiriyê ve hat dîtin. Hat diyarkirin ku cenaze nêzî 40 kîlometre ber lehiyê çûye. Cenazeyê Yakup Eren rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Qereyaziyê.

 Li Xoresanê newal serde çûn

Li hin gundên bi ser navçeya Xoresanê jî lehî rabû û li gundê Kadicelal 12 sewalên mezin li ber lehiyê çûn û mirin. Lehiyê xesar gihand zeviyên çandiniyê, mal û axurên welatiyan.

Cardin li hin gundên ser bi navçeya Zêtka û Bazîdê ve jî ji ber barana zêde di bin lehiyê de man. Li gundê Avxark ê ser bi navçeya Zêtka ve ji ber lehiyê xesar gihîşt mal, axur, rê û zeviyên çandiniyê.