Li ser vegerandina koçberên qampa Holê ji bo Iraqê fikrên cuda hene

Iraq hewl dide koçberên Iraqî yên li kampa Holê vegerîne lê li gorî hinek aliyan divê hatina wan were sînordarkirin, ji ber ku li ser civakê dibin metirsî.

Navenda Nûçeyan- Kampa Holê dikeve bajarê Hesekê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Hem koçberên Sûriyeyê hem jî yên Iraqê lê dimînin. Piştî rizgarkirina Baxozê ji destên çeteyên DAIŞ’ê malbatên DAIŞ’ê di beşeke vê kampa Holê de hatin bicihkirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek caran bi fermî dawaz ji welatên cîhanê kir ku malbatên DAIŞ’ê yên welatiyên wan in bigrin bibin welatê xwe. Ji ber kamp weke bombeyeke neteqandî ye û li ser Rojavayê Kurdistan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê xeter e.

Iraqê dest bi girtina welatiyên xwe yên ji kampa Holê kiriye

Iraq yek ji wan welatan e ku dest bi vegerandina koçberên Iraqî kiriye. Berpirsên hikumetê û parlamenterên Iraqê li ser vegera koçberên Iraqê xwedî fikrên cuda ne. Der barê vê yekê de endamek ji lijneya asayîşê ya parlamentoya Iraqê ji medyaya navxweyî re diyar kir ku parlamentoyê hewl daye rêjeya vegerandina malbatên DAIŞ’ê ji kampa holê sînordar bike. Lijneyê daxwazek fermî radestê serokwezîran kiriye ji bo parastina ewlehiya welat û tê de daxwaza hişyariya ewelehiyê û sînordarkirina vegerandina malbatên DAIŞ’ê li kampa Holê ji bo Iraqê kiriye.

Şêwermendê asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî da zanîn ku divê koçberên Iraqê yên li kampa Holê piştî lêkolînên ewlehiyê vegerin, ji ber metirsiyek mezin li ser ewlehiya Rojhilata Navîn û welatên din ên cîhanê dikin.

Li gorî daneyên koç û koçberên Iraqê, heta niha 925 malbatên çeteyên DAIŞ’ê ji kampa Holê vegerandine Iraqê.