Li ser navê Cîhan Bîlgîn dewreya perwerdê hat vekirin

Akademiya Aboriya Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê Cîhan Bîlgin dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Akademiya Aboriya Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku li bajarê Hesekê ji bo bîranîna nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn, bi navê wê dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Ji saziyên aborî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 37 kes beşdarî dewreyê bûn.

Akademiya Aboriya Civakî ku 17ê Mijdara 2024an hatiye vekirin, dewreya perwerdeyê ya 7an bi rêxistin dike.  Nûçegihana ANHAyê Cîhan Bîlgîn tevî rojnamevan Nazim Daştan dema ku êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê dişopandin, 18ê Kanûna 2024an de di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de li başûrê Kobanê jiyana xwe ji dest da.

Perwerde dê heya 12’ê Kanûnê dewam bike.