Li ser bertekan Zohreh Sarv dîsa birin qawişa giştî
Zohreh Sarv ku ji ber redkirina ferzkirina hîcabê cezayê hucreya yekkesî lê hatibû birîn û dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî nerazîbûna raya giştî, rêveberiya girtîgehê paşve gav avêt. Zohreh Sarv dîsa hate veguhestin qawişa giştî.

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Zohreh Sarv, ku li Girtîgeha Karçakê ya Îranê tê girtin di 7’ê Tîrmehê de xistin hucreya yekkesî. Zohreh Sarv ku ji ber redkirina ferzkirina hîcabê cezayê hucreya yekkesî lê hatibû birîn û dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya Zohreh Sarv û bertekên raya giştî gav bi rejîma Îranê paş de da avêtin û Zohreh Sarv îro ji nû ve wê anîn qawişa giştî.
Li gorî agahiyan, Zohreh Sarv, ku yekem rûniştina wê di darizandina ji nû ve de di 7’ê Tîrmehê de hat lidarxistin, ji ber redkirina pabendbûna bi rêziknameyên hîcaba mecbûrî, ji bo 15 rojan hatiye şandin Girtîgeha Karchak a li Veraminê û di hucreya yekkesî de hatiye hiştin. Piştî vê yekê, Zohreh Sarv ragihand ku wê ji bo protestokirina biryarê dest bi greva birçîbûnê kiriye.