Li Semsûrê wesayîta karkerên tekstîlê qeza kir

Li navçeya Sincikê du wesayîtên ku karkerên tekstîlê hildigirt, qeza kir. Di qezayê de 13 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li ser rêya di navbera navçeyên Kolik û Sincikê yên Semsûrê de du wesayîtên ku karkerên tekstîlê hildigirt, qeza kir.

Di qezayê de li gel ajokaran, bi giştî 13 kes birîndar bûn. Li ser xeberdana şahidên bûyerê tîmên tendirûstî, cenderme û agirkûj hatin cihê bûyerê.

Welatiyên birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kolikê. Hate zanîn ku rewşa tendirûstiya birîndaran başe.