Li Rûsyayê ji ber şermezarkirinê jin tevî zarokên xwe hatin binçavkirin
Li Rûsyayê jinên ku şer şermezar kirin tevî zarokên xwe hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan- Li Rûsyayê bertekên gel li dijî dagirkeriya Ukraynayê berdewam dikin. Li St. Petersburgê dîsa xwepêşandanên li dijî şer hebûn.
Dema ku bi dehan kesên beşdarî çalakiyê bûn bi hinceta 'xwepêşandana bê destûr' hatin binçavkirin, zarokên dibistana seretayî jî li pişt dîwarên hepsê hatin dîtin. Zarokên dibistana seretayî yên ku tê diyarkirin bi dayikên xwe re kulîlk danîne ber Balyozxaneya Ukraynayê jî rastî heman muameleyê hatin.
Li Rûsyayê di nûçeya ku ji aliyê rojnamevanekî muxalîf ve hatiye parvekirin de, hatiye nivîsandin ku Lîza, Gosha, Matvey, David û Sofiya yên di navbera temanê 7 û 11 salî de, dema bi dayikên xwe Ekaterina Zavizion û Olga Alter re kulîlk danîne ber Balyozxanya Ukraynayê hatine binçavkirin. Jin piştî demekê bi zarokên xwe re hatin girtin serbest hatin berdan.